Dr. Musena Emîn: Divê Iraq dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl neke

Serokê Lîsteya Yekgirtû Dr. Musena Emîn wiha got; “Tirkiye Başûrê Kurdistanê dagir dike, serweriya Iraqê nas nake. Divê Iraq li Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan bide.”

Serokê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistan û serokê lîsteya Yekgirtû ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê Dr. Musena Emîn di derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê, bernameya lîsteya Yekgirtû û rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê ji ANF’ê re axivî.

http://anfnews.tv/files/1102-dr-musena-emin-dive-iraq-dagirkeriya-tirkiyeye-qeb.mp4

Dr. Musena Emîn destpêkê têkildarî bernameya lîsteya Yekgirtû axivî û wiha got; “Ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê em li ser sê prensîban kar dikin. Ya yekem Îslam, ya duyem netewe û ya sêyem jî demokrasî ye. Em li ser van sê xalan kar dikin û wiha bernameya xwe ji bo hilbijartinan diyar dikin. Heke mijarek hebe di çarçoveya van sê prensîban de em piştgiriya wê dikin, yên din em red dikin.”

BAWERIYA MIN BI YEKPARÇEBÛNA IRAQÊ NÎN E

Dr. Musena Emîn di derbarê sondxwarina li parlamentoya Iraqê ya derbarê yekparçebûna Iraqê de wiha got; “Baweriya ti Kurdekî/ê bi yekparçebûna Iraqê nîn e. Dema em li parlamentoya Iraqê ji bo parastina yekparçebûna xaka Iraqê sond dixwin, armanca me ew e ku parastina xaka Iraqê ye û ji bo ku dijminên derve û dewletên ji derve xaka Iraqê parçe nekin. Dema ku pêkhateyên nava xaka Iraqê biryara cudabûnê dan, wê demê ez piştgiriya wan dikim. Lê belê Goran û Komela Îslamî dixwazin min li ser vê mijarê şermezar bikin û dibêjin tu çawa sond dixwî ji bo yekparçebûna Iraqê û ti baweriya te jî bi vê nayê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Emîn wiha got; “Di derbarê serbixweyiya Kurdistanê de min ji serokê parlamentoya Iraqê Selîm Ciborî re gotiye ku her kesê/a bawerî bi yekxwedayî jî nebe, mafê wî parastiye. Gelo yekparçebûna Iraqê girîng e yan jî Xwedayê mezin? Li gor destûr û yasayê jî mafê me yê hilbijartinê, em vê hilbijartinê bikin ji bo avakirina herêmek an jî ji bo avakirina dewletekê. Ev mafê me ye.”

‘REFERANDUM DI REWŞEK XIRAB DE HATE KIRIN Û DIJMINÊN KURD KIR YEK’

Dr. Musena Emîn derbarê referanduma ku li Başûrê Kurdistanî pêk hatî de jî wiha axivî; “Me demek gelek xirab ji bo referandûmê hilbijartibû. Divê referandûm di wê demê pêk nehatiba ji bo referandûmê ne guncaw bû. Hilbijartinên Iraqê li pêşiya me bûn, baweriya hêzên Iraqê jî bi serbixwebûna Kurdistanê hebû ji bo ku dengê Şiiyan qezenc bikin, hemû li dijî referandûmê derketin. Bi referandûmê re me dijminê gelê Kurd hemû kir yek. Di navbera Tirkiye, Iraq, Îran û Suriye de gelek alozî hebûn lê belê ji bo pirsa Kurd referandûmê ew anîn gel hev û li dijî referandûmê derketin. Ya li dijî Kerkûkê hat kirin bi alîkariya Tirkiye û Îranê hat kirin.”

‘TIŞTA KU PDK’Ê LI BERAMBERÎ PARLAMENTOYÊ KIRIYE SÛC E’

Dr. Musena Emîn derbarê girtina parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve dema derbasbûyî de wiha got; “Tiştka ku li beramberî parlamentoya Başûrê Kurdistan hatî kirin sûc bû lê bila ev ji bîra me neçe. Serokê parlamentoyê xwedî ezmûn bû ji bo rêvebirina parlamentoyê. Lê belê PDK’ê biryar da ku parlamentoyê bigire.”

Emîn têkildarî lidarxistina Kongreya Netewî ya di wê demê de axivî û got, “Ji bo ku hêzên siyasî yên Kurdistan xwedî yek helwest bin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdan û gelê Kurd bibe pêşengê Rojhilata Navîn, kongreya neteweyî gelekî girîng e.”

‘TIRKIYE SERWERIYA IRAQÊ NAS NAKE Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR DIKE’

Serokê Lîsteya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistan Dr. Musena Emîn têkildarî hewldanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve wiha got; “Tişta Tirkiye niha dike binpêkirina serweriya Iraqê ye û divê hikûmeta Iraqê xwedî helwesteke cidî be li beramberî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê. Divê bi rê û rêbazên medenî pêşî li van êrîşan were girtin.”

Dr. Musena Emîn herî dawî qala dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê kir û wiha got; “Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê re wê aloziyan bi xwe re bîne. Mafê Tirkiyeyê nîn e ku xaka welateke din dagir bike û çekan bi kar bîne. Mirov dikare van mijaran bi rêbazên aştiyane jî çareser bike.”