Dr. Gokalp: Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e

Berdevkê Dîwana Meclîsa Hekîman a Odeya Tabîban a Amedê Şeyhmûs Gokalp bandora siyasî û derûnî ya şer a li tenduristiya mirovan ji ANF'ê re nirxand.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo peyva tenduristiyê dibêje, "Ne tenê nexweşketin û seqetbûna mirovan e, her wiha ji aliyê fîzîkî, civakî û ruhî ve nesaxbûna mirovan e." Lê belê Odeyên Tabîban ên li Kurdistan û Tirkiyeyê salên dawî 'tenduristiya civakî' jî li pênaseya tenduristiyê ya WHO'yê zêde kir. Ji ber ku dibêjin, aliyên siyasî yên tenduristiyê jî hene û di atmosfereke neçê ya siyasî de tenduristiya civakê jî xera dibe.

Berdevkê Dîwana Meclîsa Hekîman a Odeya Tabîban a Amedê Şeyhmûs Gokalp bandora siyasî û derûnî ya şer a li tenduristiya mirovan ji ANF'ê re nirxand.

Dr. Gokalp got, "Li gel rewşa baş a beden, ruh û civakî, aliyên civakî û siyasî yên tenduristiyê jî diyarker in. Sermeselê, xizanî di mijara civakî de diyarker e. Bê edaletiya parvekirina hatineyan, bêkarî diyarker in. Lewma tenduristî ne tenê rewşeke baş a siyasî ye."

YEK JI BANDORÊN ŞER KOÇBERÎ YE

Dr. Gokalp got, li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, şer tenduristiya mirovan xera dike û ev nirxandin kir: "Rastiya şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e. Ev yek li Kurdistanî jî wiha ye, li devereke din a cîhanê jî. Ji ber ku şer bandorê li tevahiya civakê dike, ne tenê li şexsan. Mirov dimirin, birîndar dibin, seqet dimînin, ji xizmetên tenduristiyê, ji xwarinê bêpar dimînin û ya herî girîng jî koça bi girseyî rû dide. Ji ber şerê li herêma me, li Rojhilata Navîn koçeke mezin heye. Ev yek bandora neyînî ya şer e. Şerê li herêma me bi salan e diqewime. Bi taybetî di dema qedexeya derketina derve de pêleke mezin a koçberiyê rû da."

ZÊDEBÛNA BÛYERÊN ŞÎDETÊ

Dr. Gokalp ragihand, ji ber şerê li Kurdistanê stresa post-travmatîk li nava civakê der bûye û wiha bi mijarê daket: "Ji ber vê yekê rewşeke psîkolojîk bi mirovan re peyda bûye. Her ku şer dirêj dibe, psîkolojîk û rewşa civakî ya mirovan xera dibe. Di nava atmosfera şer de bikaranîna narkotîkê, bûyerên destdirêjî-destavêtinê û şîdeta şexsî zêde dibin. Em van hemû encamên şer li herêma xwe dibînin. car carna jî şahidiyê jê re dikin. Lewma weke hekîman em dixwazin rêbazên aştiyane di çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî de bibin tercîha destpêkê."