Dozgeriya Tirk xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin

Dozgeriya dewleta Tirk xwest rojnamevan Nûrcan Yalçin bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Rojnamevan Nûrcan Yalçin, bi hinceta nûçeya xwe ya têkildarî jinan, ku beriya êrişên qirker ên sala 2015'an ên li navçeya Sûrê ya Amedê amade kir, bi îdîaya "Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" ketibû ber dozê. Rûniştina destpêkê ya dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Yalçin diyar kir dema ku dîmen hatine girtin ew di JINHA’yê de kameraman bû û ji bo nûçeyê çûye Sûrê.

Dozger xwest ji sûcê ‘Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê’ Yalçin were cezakirin.

Dadgehê daxwaza demxwestinê qebûl kir û rûniştin taloqî 5’ê Tîrmehê kir.