Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Dozgeriya Komarê ya Wanê Rojava nas kir!

Lêpirsîna li dijî Serokê BDP'ê yê Bajêr Mûsa Îtah û rêveberên BDP'ê yên Bajêr ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Wanê ve hat vekirin, temam bû. Gilîname trajîkomîk e!

Serokê BDPê yê Wanê Mûsa Îtah û rêveberên berê yên partiyê Atîlla Kûmlî, Nîmet Arslan, Ahmet Teker û Mûstafa Teker, ji ber ku sînevîzyon li ser êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Rojava nîşan dan û daxuyanî dan çapemeniyê, bi îdîaya "propaganda rêxistinê û rabûna li ber qanûna xwepêşandan û civînê" ketibûn ber lêpirsînê.

Balkêş e ku gotina "Ji bo destekê bidin Kurdên li Rojava" di gilînemaya Dozgeriya Komarê ya Wanê cih girt.

Dozgeriyê diyar kir, ku rûniştina dozê 12'ê Adara 2017'an e.