Dozgerê dosya Malbata Şenyaşar cara 8'an hate guhertin

Berxwedana Malbata Şenyaşar dewam dike. Dozgerê ku lêpirsîna dosyayê dike, carea 8'an hate guhertin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobeda edaletê dewam dike. Çalakî di roja 113'an de ye.

Malbata Şenyaşar serê sibehê hate ber edliyê û bi destpêkirina dema kar xwest bikeve hewşa edliyeyê. Polîsan bi hinceta ku biryara dozgeriyê ye, nehişt ku malbata Şenyaşar bikeve hewşa edliyeyê.

Dozgerê ku lêpirsîna dosya Malbata Şenyaşar dimeşîne careke din hate guhertin. Dozgerê nû yê dest bi kar kir bû dozgerê 8'an ê dosyaya malbata Şenyaşar.