Dozger xwest 15 sal ceza li Mizrakli bê birîn

Dozger xwest, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ku wezîfeya wî hatiye desteserkirin û ew jî hatiye girtin 15 sal ceza lê bê birîn.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli di 19'ê Tebaxa 2019'an de li ser fermana Wezareta Karê Hundir ji wezîfeyê hat girtin.

Mizrakli di çarçoveya îfadeyên îtîrafkar 'Hîcra Berna Ayverdî' de li ser dane, bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye' hatibû girtin. Bi daxwaza ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan were cezakirin doz hatibû vekirin. Mizrakli di danişîna ewil a dozê de ku hatibû lidarxistin nehatibû berdan. Dozger beriya danişîna dozê ya wê di 10’ê Sibatê de were lidarxistin, biryara cezakirinê ango mutalaya xwe eşkere kir.

Dozger di mutalaya xwe de xwest Mizrakli bi îdîaya 'endamtiya rêxistinê' heta 15 salan cezayê girtîgehê lê were birîn.