Doza Pirsûsê: Jendirmeyan gef li malbatan xwarin

Rûniştina Doza Komkujiya Pirsûsê li Rihayê didome.

Rûniştina Doza Komkujiya Pirsûsê li Rihayê dest pê kir.

Malbat, xizm û rêhevalên kesên di qetlîamê de birîndar bûbûn an jî jiyana xwe dest dane, parlementera HDP’ê Dîlek Ocalan û Parlementerê CHP’ê Mahmût Tanal, berxwedêrê Yukselê Velî Saçilik jî tevlê rûniştinê bûn.

Beriya destpêkirina doza, jendirmeyan ji dêvila mubaşîran gazî kesan kir. Jendirmeyan pirsîn, “Yakûp Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçebî li vir in?”

Malbatan jî nerazîbûn nîşanî vê helwesta jendirmeyan dan û gotin, “Ev kes, qatilên zarokên me ne. Hûn henekên xwe bi êşa me dikin. Jixwe tenê Yakûp Şahîn girtî ye, wî jî ji me direvînin.”

JENDIRMEYAN GEF XWARIN

Di têketina eywanê de jendirmeyan xwestin çenteyan bistînin, malbatan çenteyên xwe nedan. Piştre jî jendirmeyan jî gef li malbatan xwar û got “Ez ê niha gazî yên bi jop bikim.”

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ SEGBÎSÊ

Yakûp Şahîn ê ku bersûcê Doza Qetlîama Enqereyê ye ligel ku di rûniştina berê de biryar hatibû dayîn ku bila wî bînin rûniştinê, bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Parêzeran nerazîbûn nîşanî tevlêbûna bi rêya SEGBÎS’ê dan û xwestin ku bila bersûc jî were rûniştinê.