Doza Pirsûsê: Çima El Aggal di dosyeyê de tune?

Parêzer Serdil Îzol di rûniştina doza Qetlîama Pirsûsê de axivî û pirsî ‘Gelo çima navê temînkarê bombeyan Azzo Halaf Suleyman El Aggal di dosyeyê de tune?’

Rûniştina 18’emîn a doza derbarê Qetlîama Pirsûsê li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Rihayê hate kirin. Parêzerê malbatên Serdil Îzol û parêzerên girêdayî Baroya Rihayê tevlî rûniştinê bûn.

Di dozê de tekane bersûcê girtî Yakûp Şahîn ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Di heman demê de heyeta dadgehê ya li dosyeyê dinihêrî jî hate guhertin.

Parêzer Serdil Îzol diyar kir ku dosyeyeke berfireh e û qala kêmasiyên di dosyeyê de kir. Îzol got ku, “Di navbera belgeyên li doza Qetlîama Gara Enqereyê hatiye zêdekirin û ya li vê dosyeyê hatine zêdekirin ferq hene. Em dixwazin Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî yên li doza qetlîama garê hatibûn zêdekirin, bila li vê dosyeyê jî were zêdekirin. Vê daxwaza me berê jî hatibû redkirin. Em dixwazin bipirsin ji bo ku Îlhamî Balî were girtin gelo tu hewldaneke MÎT’ê yan jî Wezareta Karê Navxweyî heye yan na.”

‘ÇIMA LI DOSYEYÊ NEHATIYE ZÊDEKIRIN’

Îzol bal kişand ser vî tiştî ku Wezareta Karê Navxweyî daxuyanî dabû ku Azzo Halaf Suleyman El Aggal ê ku bombe û teqemenî peyda kiriye hatiye girtin. Îzol pirsî gelo çima Aggal heta niha li dosyeyê nehatiye zêdekirin.

Heyeta dadgehê biryar da ku bila mînakên dengên Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî were xwestin, ji bo girtina van her du kesan ji MÎT’ê û Wezareta Karê Navxweyî were pirsîn bê ka xebateke wan heye yan na û hate xwestin ku bila îfadeyên Azzo Halaf Suleyman El Aggal jî li dosyeyê were zêdekirin.

Heyetê biryar da ku bila Şahîn girtî bimîne û rûniştina dozê taloqî 27’ê Gulanê kir.