Doza Nisêbînê didome

Di çarçoveya Doza Nisêbînê de rûniştina doza 3 girtiyan pêk hat. Ji bo Nûrûllah Akyuz cezayê mûebetê, 26 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesan ên piştî qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbîn a Mêrdîn, di 26'ê Gulana 2016'an de hatibûn destgîrkirin dûre hatin girtin, didome. Di çarçoveya darizandina li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdinê îro jî rûniştina 3 girtiyên li girtîgehên cûda pêk hat.

AKYUZ: DARAZA FAŞÎZMÊ QEBÛL NAKIM

Nûrûllah Akyuz ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dimîne wiha got; “Tu hikmekî yê mutalayê ji bo min nîne. Qilifekî li hev anîna ku talan û hilweşîna hêzên dewletê ji bo rewa nîşan bide hatiye kirin. meqamê îdîayê bûye hevkarê komkujiyên dewletê kirine. Ez gel nas dikim ku yê dikare darizandina min bike. Daraza faşîsmê ya sîstema emperyalîst qebûl naikin. Hûn li vir nikarin daraza min bikin. Ji bilî gelê me tu hêzeke din nikare ji min hesab bipirse.”

PARÊZER KAHRAMAN: BI ÊŞKENCEYÊ ÎFADE HATE GIRTIN

Parêzer Alî Kahreman wiha got; “Şahidan ji beyanên xwe yên di dosyeya dihatin darizandin de jî qebûl nekirin, diyar kirin ku dibin êşkenceyê de îfadeyên wan bi zorê hatine girtin. Êşkence bi wêneyan di parastina xwe de derxistine holê. Raporek di vî alî de hatiye girtin. Muwekilê min tenê li Nisêbîne maye. Li Nisêbînê jî mayîn ne sûc e”

MÛEBET A GIRANKIRî

Piştî parastinê dadgehê biryara xwe eşkere kir. Akyuz heta ku biryar bidawî bû dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kir.

Dadgehê ji bo Akyuz mûebeta girankirî, 26 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da.

DANIŞÎNA DOZA DU GIRTIYAN HATE TALOQ KIRIN

Danişîna doza Nûbahar Ozdemir ku li Girtîgeha Jinan a Kayserî dimîne pêk hat. Ozdemir û parêzer Osman Zûhat Bîlen beşdarî dozê bûn.

Bîlen diyar kir ku kesên ji Nisêbînê derketine êşkence li wan hatine kirin û polîsê êşkence li wan kirine li salonên dadgehê ne, ji aliyê kesê bi navê Abdulkadir Baybars di hûzura dadgehê de hate diyar kirin. Bîlen xwest ku polîsên êşkence kirine werin tespîtkirin.

Heyeta dadgehê hemû daxwaz red kir û doz taloqî 28’ê Sibatê kir

Herî dawî rûniştina doza Îbrahîm Toktaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê tê girtin pêk hat.  Dadgehê doza Toktaş taloqî 28’ê Sibatê kir.