Doza Nisêbînê didome

Di Doza Nisêbînê de cezayê muebet û 17 sal cezayê girtîgehê li Recep Yel hate birîn, Yel got ku ew ê daxwaza xwe rêveberiyê bidomînin û wiha got; “Ti hikm û qîmetê biryara ku hûn bidin tineye.”

Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesan ên piştî qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbîn a Mêrdîn, di 26'ê Gulana 2016'an de hatibûn destgîrkirin dûre hatin girtin, didome. Îro danîşîna girtî Recep Yel pêk hat.

Yel yê ku ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê weke mêhvan anîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê beşdarî danîşê bû. Parêzerê Yel Necîm Dag jî beşdarî danişînê nebû. Dadgehê têkildarî mutalaaya dozger mafê axaftinê da Yel.

Recep Yel diyar kir ku serî di Nisêbîn û cihên qedexeya derketina derve lê hatî îlankirin hêzên dewletê sûcê dij mirovahiyê pêk anîn û got; “Daxwaza xwe rêveberiyê daxwazekî rewa ye. Tu kes ji ber vê daxwaza me weke sûcdar îlan nake. Ji ber me xwest em çawa xwe birêve bibin bi tank û topan bombe li me barandin. Bi sedan sûcê dij mirovahiyê hate kirin. Di rastiyê de yên werin darizandin kesên ku ev sûc kirine û fermana wê dane ne. Me tenê yê mafê xwe xwestiye. Bi dehan zarok hatin kuştin. Di jêrzemînan de nêzî 200 mirov hatin qetilkrin. Dewlet li dijî gelê Kurd sûcê dij mirovahî û sûcê şer kir.”

Yel got ku dewletê li Nisêbînê tank, top, obus bikar anî û wiha domand; “Ev hemû bêçarebûn û tengezariya dewletê dide nîşandan. Eger di rastiyê de aramî û aşitî daxwaz dikin wê pêvajo xirab nekirban û wê guh bidana daxwazên gel. Lê li cihê vê li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dan destpêkirin. Em vêya qebûl nakin. Birara ku hun derbarê min bidî ti hikm û qimetê xwe tineye. Ez biryarên we nas nakim.”

Heyeta dadgehê piştre navber da dozê û biryara xwe eşkere kir. Ji bo Yel bi îdîaya “Yekparebûna welat parçe kiriye yan parçeyekî wê cuda kiriye” cezayê muebet û bi îdîaya “bi zanebûn di çalakiya kuştinê de cih girtiye” 17 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.