Doza Nisêbînê: Ceza dane 4 kesên din

 Di Doza Nisêbînê de, cezayê girtîgehê li 4 kesên din jî birîn.

Dema berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kes hatibûn destgîrkirin û paşê hatibûn girtin. 2 dozên hatibûn kirin, piştî demekê ji hev hatin cudakirin û danişînên kesên tên darizandin yek bi yek tên dîtin.  Di danişîna duh de a li dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê, Şukru Aybek, Hatîp Oyman, Bayram Sevgîn û Ercan Dolaşir hatin darizandin û biryara cezakirinê derbarê wan de hat dayîn. 
 
Dadgehê cezayê muebetê li Ercan Dolaşir birî û di heman demê de bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” jî 10 sal cezayê girtîgê dayê
 
Ji bo girtî Beyram Sevgîn û Hatîp Oyman jî cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Ji Şukru Aybek re jî, cezayê muebetê hat dayîn. Aybek ji ber dema hat girtin temenê wî dibin 18 saliyê re bû, cezayê wî daxistin 35 sal û 10 mehan.