Doza Medenî Yildirim: Leşkerê Tirk Adem Çîftçî cara duduyan beraat kir!

Doza kuştina Medenî Yildirim de cara duduyan biryara beraata leşkerê Tirk Adem Çîftçî hate dayîn.

Li Hêzana Licêya Amedê di 28’ê Hezîrana 2013’an de di protestokirina çêkirina qaleqolê de leşkerê Tirk fîşek li çalakgeran reşandibû û Medenî Yildirim (19) kuştibû. Derbarê leşkerê Tirk Adem Çîftçî bi hinceta ‘bi qestî mirov kuştiye’ doz hatibû vekirin.

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hate kirin. Bersûc Adem Çîftçî tevlî dozê nebû û parêzerê wî Kasim Kûtboga bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

Heyeta dadgehê derbarê dozê cara duduyan biryara beraata Adem Çîftçî da.

Berê jî di heman dozê de ji bo Çîftçî 18 salan cezayê girtîgehê hatibû xwestin lê biryara beraata wî hatibû dayîn.

Di sala 2018’an de biryara beraatê di lêkolîna Dadgeha Îsnîtafê de hatibû betalkirin û doz dîsa li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê hatibû kirin.