Doza MEBYA-DER’ê: 10 kes hatin berdan

Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver jî di nav de derheqê 17 kesan doz hatibû vekirin, ji wan kesan ku dîl dihatin girtin 10 kes hatin berdan.

Danişîna destpêkê ya dozê ku li ser 10 jê girtî 17 kesan bi hinceta ku endamên Komeleya Alîkarî, Hevgirtin û Çanda bi Malbatên Xizmên Wan li Dergûşa Şaristaniyan Windakirine ya Wanê (MEBYA-DER) ne û ji ber xebatên xwe yên di nava komeleyê de birêve dibin, bi îddîaya “endamtiya rêxistinê” hat vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate kirin.

Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulîstan Onver a li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku dîl tê girtin û endamên komeleyê Şevket Kaplan, Cîhat Aksû, Kamûran Çîftçî, Sîracattîn Bayhan, Ceyda Dîndar, Mahmût Dîndar, Azîze Oner, Savaş Encû, Halîl Karakoç bi rêya Sîstema Têkiliyê ya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) tevlê danişînê bûn û Nûhî Alici, Nebî Kaçak, Mûhsîn Demîr, Îsa Demîragaç, Halîme Sûslû, Emîne Şaybak, Cevzet Bîlekçî û parêzerên wan ên ku di çarçoveya dozê de dihatin darizandin li salona dadgehê amade bûn.

Serdozgeriyê ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin xwest biryara destgîriyê bê domandin.

Şandeya dadgehê biryara berdana 10 girtiyan da û danişîn taloqî 18'ê Sibata 2022'an kir.