Doza KCK'ê ya Silopya: 99 sal ceza

Di doza KCK'ê ya Silopya de 99 sal ceza li 12 siyasetmedarên Kurd hate birîn.

Li navçeya Şirnexê Silopya di doza KCK'ê de ku Hevşaredar Bêrîvan Kutlu û siyasetmedar de jî di nav de 30 kes dihatin darizandin duh li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Xarpêtê hate dîtin.

Siyasetmedara tevlî danişîna biryarê ya dozê nebûn, ku doz 2011'an hatibû vekirin.

Dozgeriya Tirk bi îdîaya 'endamên rêxistinê' ne ji siyasetmedarên Kurd re ceza xwest. Dadgehê di navbeyna 7 sal û 3 meh û 8 salan de ceza li 30 kesî birî. Şandeya dadgehê bi tevahî 99 sal ceza li 12 kesan birî. 7 sal û 3 meh dane Hevşaredara Cizîrê Kutlu.