Doza Helîkoptêrê hate taloqkirin

Di Doza Helîkoptêrê de qedexeya derketina derveyî welêt a li ser rojnamevanan nehate rakirin. Amûrên dijîtal ên rojnamegeran jî li wan nehate vegerandin.

Li Wanê, ji ber ku avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban kiribûn nûçe û ji raya giştî re ragihandibûn, di 9'ê cotmeha 2020'an de nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala hatibûn girtin û piştre bi nûçegîhana MA'yê Zeyenep Dûrgût re doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina 3'yan a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Wanê hat çêbû.
 
Rojnameger Adnan Bîlen û parêzer li rûniştinê amade bûn û rojnamegerên din jî hîncet nîşan dan û tevlî rûniştinê nebûn. Destpêkê Bîlen mafê axaftinê girt û parastina xwe ya ku beriya niha kiribû dubare kir. Piştre parêzerê Bîlen Mûrat Tîmûr mafê axaftinê girt û daxwaz kir ku tevdîrên kontrola edlî yên li ser rojnamegeran were rakirin û amûrên wan ên dijîtal ku hatine desteserkirin li rojnamegeran bêne vegerandin. 
 
Heyeta dadgehê, biryar da ku berpirsyartiya îmzeyê ya rojnamegeran bê rakirin û qedexeya wan a derketina derveyî welat bê domandin. Heyetê, daxwaza li wan vegerandina amûrên dîjîtal a rojnamegeran red kir û rûniştin  taloqî 6'ê çileya 2022'an kir.