Doza êrîşa li ser mîtînga HDP’ê ya Amedê hate kirin

Di 5’ê Hezîrana 2015’an de li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê êrîşek hatibû kirin. Doza li ser êrîşê hate kirin. Di dozê de biryar hate stendin ku bersûc neyên berdan û rûniştina dozê taloqî 13’ê Çileyê hate kirin.

Di 5’ê Hezîrana 2015’an de DAÎŞ’ê êrîşî mîtînga HDP’ê ya li Ameê kiribû. 15’emîn rûniştina doza li ser êrîşê li Dadgeha Cezayê Giran a Sîncanê ya Enqereyê ya 2’emîn hate kirin. Parlementerên HDP’ê Abdûllah Koç û Huseyîn Kaçmaz jî tevlî rûniştinê bûn.

Bersûcê girtî Orhan Onder di rûniştinê de amade bû, bersûcên din Mûstafa Kiliç, Îsmaîl Korkmaz ên girtî û Bûrhan Gok ê ku nehatibû girtin bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn.

Di dozê de bersûcan xwestin serbest werin berdan. Dozgerê Komarê mutaalaya xwe eşkere kir û xwest bersûc Mûstafa Kilinç, Îsmaîl Korkmaz, Orhan neyên berdan.

Heyeta dadgehê rûniştina dozê ya pêş taloqî 13’ê Çileya 2019’an kir.