Doza Şemzînanê taloqî 17'ê Kanûnê bû

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9’ê mijdara 2005’an de Pirtûkxaneya Umutê hatibû bombekirin. Danişîn taloqî 17'ê Kanûnê bû.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9’ê mijdara 2005’an de Pirtûkxaneya Umutê hatibû bombekirin. Têkildarî êrîşê bersûc Alî Kaya û Ozcan Îldenîz ên berbaz, îtîrafkar Veysel Ateş ji nûve tên darizandin. 7’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. 
 
Her sê bersûcên negirtî û Seferî Yilmaz ê mexdûr bibû beşdarî dozê nebûn. Parêzer di danişînê de amade bûn. Parêzerên bersûcan anaşt kirin ku ev dozek kumpase û xwestin tedbîra “kontrola edlî” ya derbarê miwekîlên wan de bê rakirin. 
 
Ji parêzerên dozê Hamza Çîftçî yê Cîgirê Serokê Baroya Wanê destnîşan kir ku dixwazin bûyerê ji holê bê rakirin û got: “Yên bombe avêtin ji aliyê gel ve li ser sûc hatin girtin. Kes nikare vê êrîşê wek ku qet nebûye bihesibîne û nikarin bêjin kes nemiriye û birîndar bûye. Pir eşkere û diyare ku bersûcan vî sûcî kiriye. Dixwazin ser dosyeyê bigirin. Lê em vê yekê qebûl nakin û dixwazin ji bo bersûcan biryara girtinê bê derxistin.” 
 
Heyeta dadgehê biryara xe da xwest kontrola edlî dewam bike û ji bo kêmasiyên dosyeyê bi dawî bibin danişînê taloqî 17’ê Kanûna 2019’an kir.