'Dor li yekîneyên veşartî hate girtin û derb lê hate xistin'

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li Şemzînanê yekîneyeke kontra ya artêşa Tirk kiriye bin venêranê, rojekê ew şopandine û piştre çalakî li dijî wan hatiye kirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya Şemzînanê de bi kêmanî 3 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê her wiha têkildarî çalakiya li Şirnexê jî agahî da.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şemzînanê û Şirnexê ev agahî dan:

LI ŞEMZÎNANÊ LI DIJÎ YEKÎNEYÊN XEFKIRÎ ÇALAKÎ

Hêzên me li qada Xapûşkê ya Şemzînan a Colemêrgê yekîneyeke kontra ya ku xwe xef kiribû ya artêşa TC’ê ya dagirker, 4’ê Hezîranê kire bin venêranê. Hêzên me rojekê sehê piştî ku tevgerên wan şopand 5’ê Hezîranê saet 05.40’î ew ji xwe re kirin hedef. Du kozên yekîneyên kontra hatin tinekirin û bi rengekî tespîtkirî 3 leşker hatin kuştin.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

4’ê Hezîranê saet 15.30’î hêzên me li dijî leşkerên artêşa  dagirker a TC’ê ku li qada Deriyê Sêvo yê Şirnexê bi cih bûbûn çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de çend ji leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn baş zelal nebû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker derdora cihê ku lê dima û qada Kaniya Qeymeqam da ber  obûs û hewanan.