Diyar Xerîb li Binarê Qendîlê hate bîranîn

Îro li Binarê Qendîl bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Başûrê Kurdistanê, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb (Heval Helmet) her du hevalên bavê Devran û Şahîn yên bi wî re şehîd bûbûn, hatin bîranîn.

Li ser şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb (Heval Helmet) û du hevalên ku li gel wî şehîd bûbûn de 2 sal derbas dibe. Bi minasebeta 2’emîn salvegera şehadeta wan, îro bi tevlîbûna bi sedan kes ji hevalên Xerîb yên xebatê, welatiyên Başûrê Kurdistanê û endamên malbatê merasîmeke bîranînê ya bi heybet hat lidarxistin. Merasîm li Şehîdgeha Karasûngûr ya li Binarê Qendîlê pêk hat.

Gel destpêkê li ser rêya giştî ya Binarê Qendîl ji bo biçin Şehîdgehê meşiya. Di dema meşê de bi berdewamî dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Helmet namire” û “Bijî gerîla” berz kirin. Piştî ku gel gihîşte şehîdgehê li wir gel ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirt û piştre dest bi merasîma bîranînê kir.

Di destpêka merasîmê de li ser navê Meclîsa Gel ya Binarê Qendîlê Hevseroka Meclîsê Şeniyar Resûl bixêrhatina gel kir û  got: “Şehîd Diyar Xerîb pêşengê yekîtiya netewî bû, xwedî girîngiyeke mezin bû. Hevalê şehîd nêztirîn kes bû ji bo gelê Binarê Qendîlê, ji bo şiyarkirina gel û perwerdeya wan ya li ser bingehê têkoşîna ji bo yekîtiya netewî xwedî rolek berbiçav bû.”

Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê û bavê şehîd Rûheyv Amanc Heme Şerîf gotarek pêşkêş kir ku tê de hatibû gotin; “Em her 3 hevalan, heval Diyar Xerîb (Heval Helmet), Şahîn û Devran di salvegera 2’emîn a şehadeta wan de hemû şehîdên Kurdistan bi bîr tînin, bi taybetî şehîdê pêşeng heval Diyar Xerîb (Heval Helmet) ku bingeha hizra pêngava azadiya fikir li Başûrê Kurdistanê damezrand.” Her wiha hat gotin ku heval Helmet yek ji wan mirovên hêja bû ku di têkoşînê de xwedî roleke girîng bû.

Di heman demê de li ser navê malbata şehîd Diyar Xerîb (Helmet) xwîşka wî Lane Helmet axivî û diyar kir, “Em malbata şehîdan, bi xebat û têkoşîna bênavber ê heval Helmet şanazî dikin, hemû vê rastiyê baş dizanin ku heval Helmet di temenê xwe yê ciwantiyê de li ser rêbazeke rast dest bi xebat û têkoşînê kiriye. Em malbata şehîd Helmet di duyemîn salvegera şehadeta wî de soza xwe nû dikin ku li ser xeta heval Helmet têkoşînê bidomînin.”

Li ser navê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê Banû Helebce jî daxuyanî xwend, di beşek ji daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Em ê bi ruhê heval Helmet li hemberî hemû dagirkeriyan bisekinin, di 2’emîn salvegera şehadeta heval Helmet de bejna xwe li hemberî giyanê pak ê heval Helmet û hemû şehîdên rêya azadiyê ditewînin, bi ruhê berxwedêr, seferberî û şoreşgerî yê heval Helmet emê li hemberî hemû cure êrîşên dagirkerî bisekinin. Em ê li pêşiya hemû dagirkerî û komkujiyên li ser jinan bibin mertal.”

Dîsa peyama Konseya Serokatî ya KCK’ê ya bi boneya 2’emîn salvegera şehadeta şehîd Helmet, Devran û Şahîn ji aliyê Kara Muhemed ve hate xwendin, beşek ji peyama KCK’ê wiha ye; “Em di 2’emîn salvegera şehîdbûna zarokê qehreman ê Başûrê Kurdistanê, kadroyê pêşeng ê partiya me û di heman demê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û hevrêyên me yên bi nirx heval Devran û Şahîn ku li gel wî şehîd bûbûn bi hezkirin û rêz bi bîr tînin. Li hemberî hesreta wan a pîroz em bejna xwe ditewînin. Di kesayeta ew hevalê me yê bi nirx de hemû hevalên xwe yên şehîd ên qehreman bibîr tînin û soza girêdaniya xwe ya bi rêbazê wan dubare dikin. Kurdistana azad û demokratîk ku di oxira wê de şehîd bûn, armanc û xeyalê wan ya ji bo jiyana azad, civaka azad û mirovê azad yê ku nîvco hiştin wê rêbazê me be. Ji ber wê jî em ê têkoşînê mezin bikin û biryara me ya ji bo bigihîjin serketinê ji her demê zêdetir mezintir e.”

Di berdewamiya axaftin û xwendina peyaman de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulah jî axivî; Ebdulah bal kişande ser têkoşîna bênavber a şehîd Helmet ya li Başûrê Kurdistanê û girîngiya wî hevalê pêşeng ya di xebata li dijî xeta îxanetê.

Dîsa Oldarê bi navê Îsmaîl Tûsoranî axivî û got; “Heval Helmet tevî ku xwedî hêz û bandoreke mezin û pêşengekî yê qadê bû, lê mirovekî sade û gelhez bû. Ti caran hêza xwe bi xirabî bi kar nean, heta dawiya jiyana xwe xizmeta gel kir.”