Dîwarên Sûrê: Em malên xwe nadin!

Şêniyên Sûrê, bi nivîsên li ser dîwarên xaniyên xwe nivîsandî, bersivê didin dagirkeriya ku cih û warên wan xera dike.

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên navçeya dîrokî ya Amed Sûrê, di bin navê 'veguherîna bajar' de hin xanî bi temamî, hin jî beşek jê tên xerakirin. Gefa hilweşandinê li ser gelek xaniyan hene. Tevî ku dewleta Tirk zextê li şêniyên Sûrê dike ku di nava hefteyekê de xaniyên xwe vala bikin, gel bi biryardarî li ber xwe dide.

Şêniyên taxên navborî, bi nivîsên li ser dîwaran nivîsandî, nerazîbûnê nîşanî rantê didin.

Çend ji van nivîsan wiha ne: "NA ji Toledor re", "Sûr a me ye", "Sûr eşq e", "Sûr evîn e", "Em malên xwe nadin", "Sûr a gel e", "Li ber xwe bide Sûr."