'Divê xelkê Başûr bi temamî li ber dagirkeriyê rabe'

Ji şêniyên herêma Pêncewînê Salih Rehîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi bombardûmana herêmê jiyan li wan herimandiye û destnîşan kir ku xelkê Başûrê Kurdistanê divê bi temamî li ber dagirkeriyê rabe û helwestê nîşan bide.

Gundiyê Qizilçe yê bajarokê Pêncewînê Salih Rehîm, têkildarî bombardûmana dewleta Tirk a 24'ê Tebaxa 2021'ê ya li herêmê û tevahiya êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Salih Rehîm destpêkê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Ji ber van bombardûmanên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd pir nerehet e. Em nikarin bi serbestî û li welatê xwe bijî û karê xwe bikin ta ku em jiyana xwe dabîn bikin. Em nikarin bi rehetî di nav mal û baxçeyên xwe de bigerin, gel ditirse. Bi taybetî piştî bombardûmana van demên dawiyê gel bi tirse û newêrin biçin nav baxên xwe. Dixwazin jiyana me têk bibin. Dixwazin ku em bêçare û di karê xwe de jî ne rehet bin û nikaribin kar bikin ku jiyana xwe berdewam bikin."

'EM BI KEDÊ AVA DIKIN, EW JÎ BI REHETÎ HILDIWEŞÎNIN'

Salih Rehîm anî ziman ku ew bi kedeke mezin mal û baxçeyên xwe ava dikin, lê dewleta Tirk a dagirker bi hêsanî bi êrişan hildiweşîne û got, "Ev nêzîkatiyek bê exlaq, ne mirovane û dil xelok e. Ev yek qet bi me nexweşe û em li hember van pêkanînan nerazîne. Ji derveyî nerazîbûnê tiştek ji destê me nayê, lê belê banga min li hkiumeta Herêma Kurdistanê ew e ku li hemberî van pêkanînan bisekine û hesab ji wan bixwaze û sînorekî ji van pêkanînên li ser gel tên kirin dayîne. Di vê êrişê de baş bû ku tu ziyanek fîzîkî çênebû. Li nava bexçeyekî bacanan dan, eger rojek berê ew dever bombardûman kiribûna, di nava bax de 15-20 kes di hebûn, wê ziyaneke pir mezin û komkujiyek rû bida."

'DIVÊ XELKÊ BAŞÛR BI TEMAMÎ LI BER DAGIRKERIYÊ RABE'

Salih Rehîm destnîşan kir ku divê xelkê Başûr bi temamî li dijî dagirkeriyê û pêkanînên dewleta Tirk xwedî helwest be û wiha dewam kir, "Bi salane weke gelê Kurd em kedê didin ku karibin li ser xak û welatê xwe bi rehetî û dil xweş bijî. Lê niha bi vî rengî em qet ne rehetin. Ez bi xwe mala min li kêleka çiya ye, lê ez nikarim bi rehetî biçim ser wî çiyayî û xweşikbûna xwezaya welatê xwe bibînim. Ji ber ku eger biçim, ez bi tirsim ku min bombebaran bike û qetil bike. Ev pêkanîneke ne mirovane ye. Em bi ti şêweyî nerehetin û ne jî di nav aramiyekê de dijîn. Eger bi vî rengî dewam bike bi rastî wê gel ji gundên xwe çol bikin ji ber ku bi şêweyî li ser vê xakê jiyan nemaye."

'DIXWAZIN EM JI JIYANÊ BÊZAR BIN'

Salih Rehîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û got, "Ji bo me qir bike her pêkanînekê dike." Salih Rehîm got, "Kurdek li ku derê dibe bila bibe, dewleta Tirk ji bo ku wî qir bike êriş dike. Ji ber ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurde tevahî ye, ne tenê dijminê partiyên Kurdî ye. Bi van êrişên xwe ji derveyî qirkirina fîzîkî, dixwazin ku em ji jiyanê bêzar bibin, her dem bi tirs bin û li ser xaka welatê xwe ne rehet bin. Rojane bi firokeyên xwe hindek tişt davêjin xwezaya me û dişewitînin. Rojane xwezaya Kurdistanê tê şewitandin. Ev pêkanînên ne mirovan ne. Em wek gelê Kurd li hember van pêkanînan ji derveyî nerazîbûnê tiştek ji destê me nayê, lê pêwîste kar bi dest li himber van erişan kar bikin û li himber nesekinin."