'Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin'

Şêniyên Êlihê gotin, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin.

Şêniyên Êlihê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku rakirina tecrîda li ser Ocalan wê demokrasî, aştî û azadiyê bîne Kurdistan, Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn.

Veysî Yavûz ê 50 salî destnîşan kir, ku gelê Kurdistanê Ocalan weke Rêberê xwe dibîne, lewma dîlgirtina wî li zindanê di nava tecrîdê de exlaqî û însanî nîne.

Yavûz got, "Tecrîd ji xwe sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirî be, wê gelê Kurd, Tirkiye û tevahiya Rojhilata navîn tecrîdkirî be. Mifteya aramî, aştî û demokrasiyê, azadiya Ocalan e. Gelê Kurd wê bi rêya têkoşîna xwe tecrîdê rake. Demokrasî, aştî û mirovahî wê bi ser bikeve. Divê gelên din jî cihê xwe di nava vê daxwaz û têkoşîna mafdar a gelê Kurd de bigirin."

Zozan Polat a 18 salî jî anî ziman, ku bi rêya tecrîdê hewl tê dayin ku hêza têkoşînê ya gelê Kurd bê şikandin û destnîşan kir, ku gelê Kurd û Rêberê Gleê Kurd wê ji niha û pê ve jî têk neçin.

Polat der barê kesên ku ji ber zextên dewleta Tirk ditirsin û xwe vedigirin got, "Heta ku Ocalan azad nebe, tirsên we wê timî dewam bike. Ya ku hikumet dixwaze ew e, ku we di nava van tirsan de dîl bigirin. Divê haya mirovan ji vê rewşê nebe û nebin dîlgirtî. Şikandina tecrîdê tê wateya tinebûna tirsê."