Waliyê Silêmaniyeyê: Divê partiyên Kurd yekîtiya neteweyî ji xwe re bikin esas

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir ji bo yekîtiyê bang li partiyên Kurd kir û got, "Divê berê çekên me ne li hev be. Pêwîste em mîna keleyê li pişt hev bisekinin û li dijî her cûre êrişên li ser Kurdistanê bibin mertal."

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku di mijarên navneteweyî de divê Kurd helwesteke hevpar nîşan bidin.

Ebûbekir got, "Hêvî, daxwaz û nêrîna me ya li Tirkiyeyê ew e ku ji bo çareseriyê dest neavêje şer û çekê. Em alîgirê wê yekê ne ku li herêmê aştî û aramî serwer bibe û bê parastin." Heval Ebûbekir destnîşan kir, wezîfeya her kesî ye ku aştî û aramiyê bîne herêmê.

Ebûbekir ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan jî banga yekîtiyê kir û got, "Bi taybetî xelkên Şengal, Kerkûk, Sediye, Celawla û Xaneqînê ji bo karên anvxweyî bibin yek armanc, yek dil. Karê me divê ew be ku ji bo çareseriyê li her qadê nîşan bikin. Armanca me ya hevpar divê ji aliyê hemû aliyan ve bê parastin."

'ÇEK DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN LI SER KURDISTANÊ BIBIN MERTAL'

Heval Ebûbekir ji bo yekîtiyê bang li partiyên Kurdan hemûyan kir û got, "Partiyên siyasî hemû divê bibin yek. Divê berê çekên me ne li hev be. Pêwîste em mîna keleyê li pişt hev bisekinin û li dijî her cûre êrişên li ser Kurdistanê bibin mertal. Di heman demê de têkildarî mijarên navneteweyî divê alî hemû helwesteke hevpar nîşan bidin. Di mijara aştiya cîhanê de dewletên navneteweyî û yên dost ên herêmê bi rengekî wekhev nêzî hev bin. Ji bo çareseriyê divê em bi rêya diyalgo, têgihiştin û demokrasiyê bixebitin."