'Divê NATO û Neteweyên Yekbûyî li sûcên şer ên Tirkiyeyê bikolin'

Çavdêrê siyasî û nivîskar Letîf Fatîh Ferac anî ziman ku divê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Iraqê bê dîtin û got, "Divê NATO û Neteweyên Yekbûyî bikaranîna gazên kîmyewî li dijî qadên gerîla û sûcên din ên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê lêkolîn bikin."

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Letîf Fatîh Ferac hilbijartinên giştî yên Iraqê, êrişên dagirkeriyê û bi karanîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser qadên gerîla ji ANF'ê re nirxand.

'BI HILBIJARTINÊ GUHERÎN NEPÊKAN E'

Nivîskar Ferac destpêkê bal kişand ser bûyerên piştî hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û got, "Li gorî min rewşa Iraqê bi hilbijartinê çareser nabe û ti guhertinek bi hilbijartinê pêk nayê. Rûyên siyasetmedaran her ew rû ne ku fermana rewatiya Iraqê ya sala 2003’an dane. Ev tişt ji bo Şîe, Sûne û Kurdan jî derbasdar e. Li Iraqê pênaseyek rast a siyasetê nîne. Siyaseta Iraqî bi qasî dişibe siyaseta Tirkiye, Îran, Emerîka, Urdun û Erebistana Siûdî ve diçe, ne ewqasî Iraqî ye. Ji bo wê baweriya min bi wê yekê nîne ku guherînek bi hilbijartinê pêk bê."

'TIRKIYE LI IRAQÊ DAGIRKER E'

Ferac qala sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê Kurd kir û wiha domand: "Divê Tirkiye weke dagirker bê dîtin. Ji ber ku li Iraqê serwerî nemaye, nikare xwe li ser lingan bigire, ji bo wê Tirkiye êrîş berfireh dike. Li nava Iraqê dibe bi hinekan xweş be ku Tirkiye ne tenê li Qendîl, Avaşîn û Başîka be, dixwaze li Kerkûk jî be. Hinek siyasetmedarên Iraqî ji ber berjewendiyên xwe nêzîkî mijarê dibin, ji bo wê ye ku beşek ji siyasetmedarên Kurdistan û Iraqê ji bo berjenwendiyên Tırkiye kar dikin."

'ŞANDEYEK NAVNETEWEYÎ DIVÊ BÊ LÊKOLÎN BIKE'

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Letîf Fatîh Ferac bal kişan ser bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medya û gerîla bikar tîne û ev nirxandin kir: "Sala 1987-1988’an rejîma Iraqê li ser gelê Kurd çeka kîmyawî bikar anî. Dewleta Tirk jî gelek caran li ser gelê Kurd çeka kîmyawî bikar aniye. Em daxwaz dikin ku şandeyek navneteweyî bê li herêmê lêkolîn bikin. Divê em gelê Kurd bi xwe jî wan wêne û belgeyan ji bo cîhanê rabigihînin. Li gel min bi xwe jî çend wêne û belgeh hene, nikarim li wê hovîtiya ku dijmin li ser gelê Kurd kirî, binêrim. Divê ev wêne bigihêjin cîhanê."

'NATO, NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û YEKÎTIYA EWROPA LI BER SÛCÊN DEWLETA TIRK BÊDENG NEMÎNIN'

Nivîskar Ferac rola NATO û Neteweyên Yekbûyî jî bibîr xist û got: "Divê NATO derbarê sûcên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dike, lêkolîn bike. Tirkiye endamê  NATO’yê ye, Tirkiye vê bi navê NATO dike. Tirkiye li hemberî Kurdan sûcên mafê mirovan dike, lê NATO û Neteweyên Yekbûyî (NY) li ber vê bêdeng in.

Li aliyê din jî divê Yetîtiya Ewropa derbarê sûcên şer ên Tirkiye lêkolînê bide destpêkirin. Lê mixabin em dibînin Yekîtiya Ewropa (YE) jî ji ber berjewendiyên xwe bêdengî hilbijartiye. Her çendî li nava dewletên Ewropa cêwazî hebe jî, lê bi awayekî giştî YE bêdeng in."

'ERDOGAN BIKEVE, HEVKAR Û ALÎGIRÊN BIÇÛK ÊN LI GEL JÎ WÊ BIKEVIN'

Herî dawî Nivîskar û Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Letîf Fatîh Ferac anî ziman ku di dîrokê de ketina zalim û dîktatoran tije ye. Ji Hîtler bigire heta Mûsolonî, Cengîzxan, Sedam û Îskender û wiha domand: "Ev rewş qet wiha dom nake. Erdogan jî wê bikeve. Dema Erdogan têk çû, hevkar û alîgirên biçûk ên li gel jî wê biçin."