'Divê mirov neyê lîstikên dewleta Tirk'

Rûspiyên Wanê ku geşedaên li Başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin, bang kirin ku mirov neyê lîstik û provakasyonên dewleta Tirk û banga yekîtiyê kirin.

Rûspiyên Wanê anîn ziman ku ew geşedanên li Başûrê Kurdistanê bi baldarî dişopînin û gotin, “Mesûd Barzanî di dema berê de gotibû ‘Kurd wê êdî ji hev re çeke nekişînin, em ê destûrê nedin Kurd xwîna hev birêjin’. Pêwîst e PDK û Barzanî vê yekê ji bîr neke. Ji bo ku ev tengezariyên heyî ji holê werin rakirin pêwîste bi diyalog û axaftinê heye. Divê PDK neyê lîstika dijmin. Ne dema şerê Kurd bi Kurde, dem dema yekitî û yekrêziya Kurdan e.”

Dewleta dagirker ya Tirkiyeyê di 23’ê Nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê operasyona dersînor yên dakirinê da destpêkirin û nêzî 2 meh in operasyon didome. Artêşa Tirk heta niha derbên giran xwarin, nikarin pêş ve biçin û PDK hewl dide bi provokasyonan hevkariya Tirkiyeyê bike. PDK hem hêzên xwe yên leşkerî û wesayîtên leşkerî dişîne herêma operasyonê û hem jî berdevkên PDK’ê di daxuyaniyên xwe de Kurdistanê bi giştî nîşan dide û êrîşên Tirkieyê rewa nîşan didin.

Li seranserî Kurdistan û dinyayê gelê Kurd bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re dide û banga yekitiya neteweyî li partî û saziyên Kurdan dikin. Rûhspiyên Wanê jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re da û bang li Mesûd Barzanî kirin ku neyê lîstika dewleda dagirkier ya Tirkiyeyê.

‘DIVÊ PIRSGIRÊK BI RÊYA DIYALOGÊ BÊN ÇARESERKIRIN’

Rûhsipiyê Wanê Fuat Turgut anî ziman ku di nava Kurdan de çi pirsgirêk hebe, divê bi rêya diyalogê were çareserkirin û got: “Berî her tiştê ji bo tevahiya dinyayê aramî, aştî û biratiyê dixwazin. Ti carê em naxwazin di nava Kurdan de şerê birakujiyê derbikeve. Çi li Başûr, çi Bakur, Rojava û Rojhilat, qedera hemû Kurdan yeke û bi hevdû re girêdaye. Gelê Kurd gelek mezlûm e û divê partiyên Kurdan di berjewendiyê Kurdan de bixebitin, ne ku diberjewendiyên dagirkeran de. Çi pirsgirêk hebe divê bi rêya axaftin û diyalogê bê çareser kirin, ne bi rêya şer û pevçûnan. Îro li seranserî dinyayê Kurd aktorek mezinin û divê ev derfetên ketine destê Kurdan de baş bên bikaranîn. Em Kurd weke hemû gelên dinyayê xwedî mafên rewane. Divê hemû partî û rêxistinên Kurdan ji bo vî mafê rewa yê Kurdan xebatê bidin meşandin.”

‘YEKRÊZIYA KURDAN’

Turgut destnîşan kir li Bakurê Kurdistanê demek dirêj tifaqa partiyên Kurdistanî di nav liv û tevgerê de ne û wiha pê de çû: “Li Bakur partiyên Kurd di nava tifaqê de ne û heta niha xebatên pîroz meşandin. Ev yek gelek girîng e. Bakur ji bo Başûr mînake û divê baş li vê mînakê bê nêrîn. Divê partiyên li Başûr jî di nava tifaqê de bîne û hemû pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin. Ez bang li PDK, YNK û Tevgera Goran dikim ku ji bo yekitiyê xebatan bidin meşandin. Divê bi ti awayî PDK neyê lîstîka dijmin û berê çeka xwe nedin birayê xwe. Li Kurdistan û seranserî dinyayê Kurd li dijî vê yekê ne. Ev hewldana PDK’ê bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê rojek berî rojekê ji vê hewldana xwe ya şerê birakujî paş de vegere. Îro ji bo Kurdan yekitî pêwîste. Yekîtî weke nan û avê girîng e û daxwaza xewnên salanin. Divê Kurd ji bo vê xewna salan bixebite. Ji xwe dinyaya hemû li dijî Kurdane û vêcar Kurd jî şerê hev bikin wê ev ji dijmînên din yê Kurdan re bibe firsend. Divê PDK ji vê hewldana şer dur bikeve. Heta Kurd ne tifaq be û yekitiya wan tine be, wê ti welat jî wan nas neke û timî weke biçûk li wan bê nêrîn. Yekîtî li ser hemû berjewendiyên partiyan re ye. Eger Kurd yekitiya xwe ava bikin, wê demê wê hemû welatên dinyayê jî wan nas bike û ji Kurdan re rêzê bigre.”

‘JI DERVEYÎ KURDAN TI DOSTÊ KURDAN TINEYE’

rûspî Feyzî Caner jî bibîrxist ku Mesûd Barzanî di dema berê de gotibû ‘Kurd wê êdî ji hev re çeke nekişînin, em ê destûrê nedin Kurd xwîna hev birêjin’ û wiha pê de çû: “Pêwîste PDK û  Barzanî vê yekê ji bîr neke. Ji bo ev tengezariyên heyî ji holê werin rakirin pêwîstî bi diyalog û axaftinê ye. Bi ti awayî em ne ligel şerê birakiyên e û kesê bibe sedema şerê birakiyê jî wê ji aliyê gel ve neyê efûkirin. Kurd timî aştîxwaz e û daxwaza biratiyê dike. Kurd ti carê nebûye alîgirê şer û timî xwe ji êrîşan parastiye. Ji bav û kalan bigre heta roja îro em dibin zilmê de ne û ev qeder li ser Kurdan ferzkirine. Kurdan bi têkoşîna xwe ev zilm guherand û niha jî dikare yekitiya xwe ava bike. Şer tiştekê bi xwe re ji bo Kurdan nayne. Eger di nava hêzên Kurdan de şer derbike wê tenê zirera wê xelkê Kurdistanê bibine. Wê deskeftiyên hene ji dest biçin. Ti mafê me Kurdan nîne ku em li dijî hevdû şer bikin. Tên karê yekitiyê li ser milê hemû Kurdane û piştî yekitiyê derbarê qedera xwe de biryarê bide. Divê çarçoveyê de ez bang li Mesûd Barzanî û rayedarên PDK’ê dikim ku bila li dîroka xwe binêrîn û neyên lîstika dijmîn. Berî çend salan Mesûd Barzanî biryara referandûma Kurdistanê da, bila ew roj baş were bîra wan ku çawan dost û hevalên wan derî li ser wan girtin û gef li wan xwarin. Bila PDK baş bizane ji derveyî Kurdan ti dostê Kurdan nîne. Ji bo vê yekê jî dibêjim yekitî, yekitî û yekitî.”

‘JI BO KURDAN YEKITÎ PÊWÎSTE’

Rûspî Sadrettîn Şen jî da zanîn ku gelê Kurd bi salane dibin zilmê de ye û her kes êrîşî Kurdan dike û ev tişt got: “Divê partiyên Kurd ji bo hevdû rast bin û ligel hev li dijî dagirkeran rawestin. Ti çareseriya birakujiyê nîne û hîna jî Kurd êşa şerê birakiyê dikêşîne. Hewce bi birînek din nîne. Tenê ne ji bo Kurdan ji bo çi welatên dinyayê em şer û nexweşiyê naxwazin. Ez ji hemû partî, rêxistin û kesên dibêjin em ji bo doza Kurd têdikoşin hêvîdikim ku ligel hevdû bin û yekitiya xwe ava bikin. Di referandûma Başûr de me dît ku çawan her kes li dijî Kurdan derket û xwest wan bifetisînin. Ji bo vê yekê çi dostên Kurdan nîne ji derveyî Kurdan. Dema DAIŞ’ê êrîşî Kurdistanê kir, kesên destpêkê pêşiya wan girt kî bû? Mane doza heq ya Kurd bû. Ez bang li PDK’ê dikim ku ji vê xeletiya tê de ye bizivire û ji bo yekitiya Kurdan bixebite. Niha Rêberê Kurdan yek di girtîgehê de ye û yek jî rehma xwedê kiriye, tenê Mesûd Barzanî niha heye divê ew ji li gorî rol û misyona xwe rabe. Divê Mesûd Barzanî dest ji xeyala şer berde, îro ji bo Kurdan yekitî lazime.”

‘DIVÊ BARZANÎ GUH BIDE BANGÊN DIYALOG Û YEKITIYÊ’

Rûspî Hasan Kaçan ku di sala 1973’an de ji bo tevlî şoreşa Başûr bibe ji gund berê xwe da axa Başûrê Kurdistanê û wiha qala wan rojan kir: “Di sala 1973’an de ez gelek ciwan bûm û timî bavê min qala doza Kurdan dikir. Wê demê li ser xelkê Başûr jî zilma rejîma Saddam hebû hin Kurdan li dijî rejîmê şer dikir. Wê demê min ji sînor derbas kir û ji bo tevlî xebatên ji bo doza Kurd bibim çûm Başûr. Heta 6 mehan ez li wir mam. Min li wir gelek çavdêrî kir,  tişa ez lê rast hatim min dît ku çi şoreş ji bo doza Kurd nayê kirin. Sond û bextê wan ji bo mala Barzanî û axa Barzan bû. Min dît ku tenê ji bo malbatekê şer tê kirin û çi doza Kurd tineye ez vegeriyam Bakur û li Bakur min cihê xwe di nava partiyên siyasî yên Kurde girt.

Niha xaka Kurdistanê di serdemên girîng û krîtîk de derbas dibe. Nêzî 2 mehan e ku tê xwestin xaka Başûr were dagirkirin û PDK jî ji bo vê yekê hevalbendiyê dike. Ev tişt bi ti awayî nayê qebûlkirin. Dîsan PDK’ê gelek hêzên xwe yên leşkerî li qadên gerîla kom kiriye û dixwaze êrîşî doza vî gelî bike. Ev îxanete û bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê demildest Barzanî dest ji vê hewldana xwe berde. Eger şerekî di nava Kurdan de çêbe wê tenê Kurd ji vê zererê bibine û destkeftiyên hene jî wê ji dest biçin. Îro tenê ji bo Kurdan yekitî pêwîste û divê hemû partiyên Kurdan ji bo yekitî û yekrêziyê bixebitin. Ez bang li Mesûd Barzanî jî dikim ku bila xwedî li gotinên xwe yê berê derkeve û ji bo şer dernekve bikeve dewrê û guh bide bangên diyalog û yekitiyê.”