'Divê mirov bi misyoneke ji partiyan wêdetir rabe'

Akademîsyen, çavdêrên siyasî û rûspiyên Kerkûkê têkildarî xebatên yekîtiya neteweyî ku ji hêla KNK'ê ve hatine destpêkirin, gotin divê kongreya neteweyî ya Kurd were pêkanîn û ji bo vê jî divê bi mîsyoneke ji partiyan wêdetir mirov rabe.

Akademîsyen, çavdêrên siyasî û rûspiyên Kerkûkê têkildarî xebatên yekîtiya neteweyî ku ji hêla KNK’ê ve hatine destpêkirin, gotin divê kongra neteweyî ya Kurd were pêkanîn û ji bo vê jî divê bi mîsyoneke ji partiyan wêdetir mirov rabe û bi vî rengî jî mirov wê bikaribe gefên li ser gelê Kurd û Kurdistanê bê bandor bike. Rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û rûspiyên Kerkûkê ku tevlî civîna KNK’ê ya bûn  derbarê yekîtiya neteweyî ji ANF’ê re axivîn.

Serokê Beşa Zanistên Siyasî yê Zanîngeha Kerkûkê  Dr. Ednan Zengene got, li dinyayê bayekî guherînê heye, bi pirsa, 'Kurd li dijî vî bayî wê çi bikin?' dest bi axaftina xwe kir û got: "Li dinyayê bayekî xurt ê guherînê heye. Cografyaya ku ba lê herî xurt e Rojhilata Navîn e ku Kurdistan jî lê ye. Li pêşberî vî bayî Kurd wê çi bikin? Pirsa sereke ev e. Ji bo ku Kurd û Kurdistan careke din parçe nebin yekîtiya neteweyî pir girîng e. Kurd li dijî planên nû yên li ser herêmê divê bibin yek. Kurd divê hêza xwe û dengê xwe bikin yek û deng derxînin."

DIVÊ MIROV BI MÎSYONA JI PARTIYAN WÊDETIR RABE

Zengene diyar kir, divê KNK bi mîsyoneke ji partiyan wêdetir rabe û got: "Xebatên Yekîtiya Neteweyî ya ku KNK’ê dayî destpêkirin, hem ji bo têkiliyên navxweyî yên parçeyan û hem jî ji bo têkiliyên di navbera parçeyan de girîng e. Li vir divê mekanîzmeyeke wiha derkeve holê ku xwedî hêzeke wiha be ku bikaribe tiştan bide kirin û her wiha ji hemû partiyên siyasî xurtir be. Li şûna ku li ber siha partiyên siyasî bimîne, divê bibe xwedî hêzeke ji ya partiyên siyasî wêdetir. Bi ya min heke di van xebatên yekîtiya neteweyî de biryar li ser hin rêgezan were dayin ku her kes neçar bimîne li gor van biryaran biçe, gelê Kurd wê sûdeke mezin jê werbigire.’’

'KONGEYA NETEWEYÎ DIKARE BI RISTA HAKEM RABE'

Çavdêrê siyasî Ebdurrahman Xelîf got kongreya neteweyî ya bi karekterê demokratîk ku bi tevlêbûna çar parçeyan pêk hatiye, dikare di navbera hêzên siyasî yên Kurd de bi rista hakem rabe û got: "Yekîtiya neteweyî ya Kurd an jî kongreya Kurd di navbera partiyên siyasî yên Kurd divê bi rista hakem rabe. Divê bibe navendeke wiha ku dema di navbera partiyên siyasî yên Kurd re arîşe çêbûn, serî li wê bidin.

Divê xwedî taybetmendiyeke wiha be ku kes nikaribe li dij derkeve û xwedî wê hêzê be ku bikaribe tiştan bide kirin. Mînak serokê parlamentoya Kurdistanê li cihekî kontrolê dikare wer sekinandin û li gor daxwaza partiyekê destûr nayê dayin ku biçe paytextê. Ev kirinên partiyên siyasî ne. Divê ev mantiq biguhere. Tenê bi yekîtiya neteweyî em dikarin heq ji van arîşeyan derkevin."

ÊDÎ NE DEMA AQILÊ YEK PARTIYÊ LÊ DEMA AQILÊ KOLEKTÎF E

Çavdêrê siyasî Sîrwan Mistefa jî got serdema ku ew tê de ne ne dema yek partiyan e û dema kolektîvîzmê ye û wiha domand: "Pir zehmet e ku partiyeke siyasî bibe nûner û berdevkê hemû Kurdan. Serdema me êdî ne serdema yek partiyê ye, serdema kolektîvîzmê ye. Raman, paradîgmayên cihê divê xizmetê ji gel re bikin. Kongra neteweyî ya Kurd jî dikare bi risteke wiha rabe û dikare ji bo çar parçeyên Kurdistanê projeyeke bi bi aqilê hevpar û tevlêbûna demokratîk diyar bike."

'PIRSGIRÊK BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ ÇARESER DIBIN'

Endame Rêxistina Hawirdorê ya Kurdistana Kesk Şikufe Mihemed Ûbeyd jî diyar kir, ku her parçeyekî Kurdistanê pirsgirêkeke xwe heye û destnîşan kir, ku çareserî bi yekîtiya neteweyî dibe. Ûbeyd got, "Dema mirov bala xwe didin ser şer û krîzên li herêma me, hingî vî karê tê kirin gelekî hêja dibînin. Berê jî karekî bi heman rengî hatibû kirin. Gaveke girîng e ku ev yek niha dikeve meriyetê. Li her çar parçeyên Kurdistanê xeterî heye. Êrîşên dewleta Tirk ên li xaka Başûrê Kurdistanê, hewldanên êrîşa li dijî Efrînê, polîtîkaya darvekirin û kuştinê ya dewleta Îranê li hemberî gelê me yê li Rojhilat, pêvajoya referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê û gelek pirsgirêkên din ên mîna van hene. Çareseriya van pirsgirêkan bi yekîtiyê dibe. Hêvîdarim wê encameke serketî derkeve holê."

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ WEZÎFEYEKE DÎROKÎ YE'

Hevserokê Şaxê Kerkûkê yê Tevgera Azadî Newzad Bekir jî diyar kir, yekîtiya neteweyî projeyeke Kurdan e ku heta niha nekarîne bi ser bixînin û wezîfeyeke dîrokî ye ku li ber wan e. Bekir got, "Yekîtiya neteweyî ji bo çar parçeyên Kurdistanê wezîfeyeke dîrokî ye. Li her parçeyekî Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî ve hin pirsgirêk hene. Tevî vê yekê, xeteriya li ser Kurdan mezin dibe. Hêzên herêmî û navneteweyî, bi taybetî dewleta Tirk gefan li Kurdan dixwin. Dema mirov van xeterî û gefan didin pêş çavên xwe, hingî dibînin ku kongreya neteweyî yekane rêya pêşîgirtina li van gef û xeteriyan e. Em çiqasî bi xurtî bibin yek, em ê karibin bi hêsanî pêşî li xeteriyan bigirin."