‘Divê li Kerkûkê pêşiya destwerdanên Tirkiyê bê girtin’

Yek ji berpirsên rêxistinên Kurdî li Kerkûkê Şiwan Mihemed got: “ Desthilatbûna Tirkiye ya li Kerkûkê çavkaniya xwe ji xwedîlêderneketina Hikûmeta Iraq û Kurdisstanê ya li bajar tê.

Berpirsê Navenda Kerkûkê ya Rêxistina Zehmetkêşanî Kurdistanê Şiwan Mihemed derbarê şewitandina bazara Qeyserî ya Kerkûkê de ji ANF’ê re got: “Mijara bazara Qeyseriyê mijarekî ya bi sedan malbatên bajêr re. Şewitandina bazarê çend pirsyarên girîng li xwe digre ku çawan şewitî? kê şewitand? Mixabin dema ku ev bazar şewitî hikûmeta Iarqê û hikûmeta herêma Kurdistanê xwe weke xwediyê wê nezanî. Divêya bû ku hikûmeta herêma Kurdistanê xwedî li vê bazarê ku bi hikmê xwe yê xwedî dîroka Kerkûkê dizanî derbiketa.”

Her wiha Mihemed bal kişand li ser vê ji xwedî derneketina Iraqê û herêmê ya li qeyseriya bajêr, hikûmeta Tirkiyê vê şaştiya xwedîlêderneketinê ji xwe re nirxand û bi dilê xwe da ku nûjen bike. Mihemed bibîr xist ku çend mehên destpêkê bi ti awayî nûjenkirin ne hate kirin, ev jî heqaretek mezine li beramberî bi sedan malbatên Kerkûkiyan bû.

Di heman demê de Mihemed bi domdarî qala vê kir niha ev çend meh in ku nûjenkirina bazarê temam bûye, lê li benda Sefîrê Tirk yê Iraqê Fatih Yildiz dimînin ku bi merasîmekî fermî bazarê veke. Mihemed got: “Ev yek jî destwedana kar û barên Iraq û bajarê Kerkûk e ku Tirkiye dixwaze desthilata xwe li ser bajêr bide erêkirin û hebûna xwe lê zêde bike.”

Mihemed derbarê helwesta Rêxistina Zehmetkêşan jî got: “Em gelek bi fikarin ji van karên Tirkiyê di fikrin ku ev yek dibe destpêka paşerojek xirab. Beşek din a vê desthiledarbûna Tirkiyê ya li navçeyê vedigere ku hikûmeta Iraq û ya herêma Kurdistanê, xwe nakin xwediyê Kerkûkê. Her wiha piştgiriya xwe jî ji dikandar û karkerên bajêr re anîn ziman û daxwaz ji Iraqê kir ku pêşîya destwerdanên Tirkiyê bigrin.”

Têkildarî mijarê berpirsê Navenda Rêxistina Sosyalîst a Kurdistanê ya Kerkûkê Mamosta Resûl Raûf jî got: “Desthiledariya Tirkiyê ya li ser giştî Iraq û bi taybetî ya bajarê Kerkûkê diyar e. Nexasim li çend cihên ciyawaz sefîrê Tirkiyê yê Iraqê binpêkirinên serweriya Irarqê kiriye û hatiye Kerkûkê ku bajêr weke bermahiyek yê dewleta Osmaniyan dide diyar kirin ku ev jî binpêkirina serweriya bi giştî Iraq, Kerkûk û herêma Kurdistnaê jî di nav de ye.”

Di heman demê de Sekreterê Tevgera Goran ya li Kerkûkê Mihemed Nesredîn jî axivî û ragihand: “Pirsa şewitandina bazarê û xwedîlêderketina Tirkiyê ya ji bo nûjenkirina Qeyseriya Kerkûkê pilanek bû. Di çarçoveya wan hewldanên Tirkiyê û AKP’ê ya ji bo zindîkirina dîroka Osmaniyan ya li bajêr, divêya bû ev hewildanên Tirkiyê yên di bin navê nûjenkirinê de ji aliyê hemû pêkhateyên bajêr ve bihata redkirin. Her wiha divêya bû ku rêveberên Kurd pêşiya van hewildanên Tirkiyê bigirta lê mixabin em dibînîn ku niha Tirkiye dixwaze bazarê veke, bang dike ku dîroka dewleta Osmanî li bajêr zindî bike.”

Di dawiyê de Nesredîn bal kişand li ser vê Tirkiye hewl dide pêkhateyên Kerkûkê bike dijberê hev, her wiha ku du eniyan çêbike ji bo ku karên xwe hêsantir bikin. Ji bo wê jî eniyek ya Osmaniyan li ser bajêr bide erêkirin.