Omer Ocalan: Divê her kes bi rêzdarî nêzî daxwazên civaka Êzidî bibe

Wekîlê HDP'î Omer Ocalan destnîşan kir ku peymana Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê ji aliyê Kurdan ve nayê qebûlkirin û xwest, hurmet ji daxwazên civaka Êzidî re bê dayin.

Nerazîbûna li dijî peymana rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê dewam dike. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan peymana navbera PDK'ê û Iraqê ya li ser Şengalê û rageşiya dema dawî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand.

'DIVÊ SALA 2014’AN BAŞ BÊ BER ÇAVÊ HER KESÎ'

Omer Ocalan anî ziman ku ji sala 2014’an û vir de gelek planên qirêj li ser civaka Êzidî tê meşandin û wiha axivî: "Gelê Êzidî ji bo gelên Kurdistanê xalek girîng û xwedî dîrokek qedîm e. Çavkaniya cewherê Kurdbûnê, civaka Êzidî bi xwe ye. Li dewsa ku ev civaka qedîm were parastin timî li dijî civaka Êzidî planên qirêj ketine dewrê. Kesê ku navê Şengalê binav bike, divê li dîroka 2014’an binêre. Berî 2014’an jî gelek qirkirin û ferman li serê civaka Êzidî hatin pêkanîn. Lê fermana herî mezin di sala 2014’an de bi destê çeteyên DAIŞ’ê û kesên ku civaka Êzidî bi tenê hiştin, hate pêkanîn. Divê destpêkê Iraq, Hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistanê û raya giştî baş li dîroka 2014’ê binêre û binirxîne. Li cihê ku hêzên herêmî reviyan û civaka Êzidî bi komkujiyan re tenê hiştin, gerîlayên Tevgera Azadiyê berê xwe da Şengalê û bi hezaran mirovên Şengalê ji komkujiyan rizgar kirin. Gerîlayên azadiyê ne tenê Şengal seranserê Başûrê Kurdisanê ji vê gefa DAIŞ’ê rizgar kir. Bila ev roj bi awayek baş bê ber çavê Başûr û Iraqê. Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi şandeyek çû Mexmûrê û berxwedana gerîlayan pîroz kir. Li ser vê de tenê 6 sal derbas bûn, ev hêz bi dagirkerên Kurdistanê re bûn yek û li herêmê dehan gerîlayên azadiyê şehîd kirin û herêm bombebaran kirin."

'TI KURD VÊ PEYMANÊ QEBÛL NAKE'

Omer Ocalan da zanîn ku gelên Kurdistanê ti carî van rojan û kiryaran ji bîr nake û wiha pê de çû: "Di fermana 73’an de gelê Kurd berdêlên gelek mezin dan. Ti ferdek Kurd kiryarên niha li Şengalê pêk tên qebûl nake. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd polîtîk e û rastiya her tişî dibîne. Şoreşger, karker û rûmeta gelê Kurd bi hevakiya hin hêzên Kurd a bi MÎT’a Tirkiyeyê re tên qetilkirin. Ev jî ne bes e, bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re li ser Şengalê peymana îmze dike û dixwaze bi destê xwe xaka Kurdistanê dagir bike. Kurd vê baş dibîne û vê qebûl nake. Divê her Kurdek bi pîvanên Kurdbûnê ve girêdayî be û li dîroka xwe binêre." 

'ŞENGALÊ XWE JI XWELIYA XWE AFIRAND'

Omer Ocalan destnîşan kir ku divê civaka Êzidî li gorî bawerî û çanda xwe, xwebirêve bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şengal a ku xiyanet lê hate kirin û bi hovîtiya DAÎŞ’ê re rû bi rû hate hiştin, hebûna xwe bi pêşengiya Tevgera Azadiyê re parast û xwe ji xweliya xwe afirand. Sîstema xwe ya xwerêveberiyê, hêzên xwe yên ewlehî û parastinê, sazî û dezgehên pêwîst ên xizmeta gel ava kirin. Cara yekem bû civaka Êzidî xwebirêve dibir, di der barê xwe, çarenûsa xwe de biryarên xwe dida û pêk dianî. Xwerêvebirina Şengalê ne li dijî qanûnên DYE’yê, ne jî li dijî yên Iraqê ye. Xwerêvebirin mafê herî rewa yê civaka Êzidî ye.

Ji derveyî civaka Êzidî ti kes nikare parastina wan bike. Berî 6 salan me tevan ev rewş dît. Hikûmeta Navendî ya Iraqê bajarekî weke Mûsilê di nava demjimêrekê de vala kir û nedikarin metreyekê xaka xwe biparêzin. Niha çibû gelo vedigerin Şengalê. Niha gelo bazara çi dikin? Bajarekî dîrokî û 6 milyon mirovên wan tê de radestî DAIŞ’ê kirin û rê ji bo DAIŞ’ê vekirin. Bi hêza Iraqê re êrîşî Şengalê kirin. Şengalî vê dibîne. Niha li Şengalê hêzek cewherî heye, hêzek ji civaka Êzidî bi xwe ye. Dixwaze çand, nasname, bawerî, nêrîn, jiyan û xwezaya xwe biparêze. Divê her kes li hemberî vê birêzdar be. Divê pêşmerge û hêzên Iraqê rêzê ji vê yekê re bigre. Eger peymanek were îmzekirin divê rayedarên Şengalî bi xwe tê de hebin. Kesek ji dûr ve were û bibêje ez ê we li gorî qanûnê xwe birêve bibim nabe û nayê qebûlkirin. Divê her kes di vê sedsalê de hişê xwe bîne serê xwe û li gorî berjewendiyê civak Êzidî tevbigere."

'JI BER POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ REWŞA XELKÊ BAŞÛR XIRAB E'

Parlamenter Omer Ocalan bilêv kir ku gelek balkêşe ku hikûmeta Başûr di gelek xalan de li gel Iraqê li hev nake û li ser Şengalê bi polîtîkayên qirêj rûdine peymana îmza dike. Ocalan bal kişand li ser rageşiya li Başûr jî û wiha domand: "Bi salane qeyrana aborî li herêmê heye û gelê Başûr di nava serhildanan de ye. Êdî ne hejar û nexweş, beşek mezin a welatiyên Başûrê Kurdistanê ku bi xwîna bav û kalen wan hatiye avakirin, ji ber nebûna nan îro li kolanan ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê kar û mûçe dixwazin. Ji ber siyaseta şaş a rêveberiya Başûr rewşa xelkê Başûr pir xerab e. Di warê siyasî, aborî û jiyanê de sekiniye. Têkiliyên di navbera Tirkiye-PDK û dîsa têkiliyên bazirganî yên malbata Barzanî û Talabanî yên li gel Bexdayê kiriye ku hejarî û derbederiya li Başûr zêdetir bibe û jiyan bitevize. Divê berî her tiştî hikûmeta Başûr guh bide daxwazê xelkê Başûr û dest ji vê polîtîkaya xwe ya bazirganiyê berde. Xelkê Başûrê Kurdistanê îro li ser cih û warê xwe birçî ye."

'DIVÊ PDK DEST JI HEVALBENDIYA TIRKIYEYÊ BERDE'

Omer Ocalan destnîşan kir ku 40 sal e mijara yekitiya neteweyî di rojeva sereke ya Kurdan de ye û ev tişt got: "Bi pêşengtiya partiya me, KCD û Tevgera Azadiyê xebatên giranbiha hatin kirin. Yekitiya Kurdan li ser 8 xalên Modernîteya Demokratîk dikare were avakirin. Lê mixabin li dewsa Kurd yekitiya xwe ava bike, hin hêzên Kurd dagirkerên Kurdistanê li ser xaka Başûr bi cîh dike û hevalbendiyê dike. Ev jî nebese dide pêşiya dagirkeriyê û xaka Kurdistanê topbaran dike. Şerekî dijwar di nava artêşa dagirker y Tirkiyeyê û gerîlayan de diqewime. Cihê ku dagirker nikare bikevê, PDK bi rêbazên cuda ji bo vê rê vedike. Ev jî nebese hêzên girêdayî xwe vediguhîzine qadên gerîla. Ev tişt nayê qebûl kirin. Têkoşînek 43 sal heye û ev têkoşîn ji bo desketiyên çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe. Mafê ti kesê nîne bibêje çima tu li virî yan jî biçe parçeyek din bitêkoşe."

'GOTINA ŞERÊ BIRAKUJÎ ME HERAM KIRIYE DIVÊ TENÊ LI SER LÊVAN NEBE'

Omer Ocalan bilêv kir ku birîna şerê birakujî hîna gelek nû ye û pêdivî bi birînek din tineye û got: "Ti ferdekî Kurd ne li gel şerê birakujiyê ye. Eger şerek derbikeve wê ev şer di berjewendiya dagirkeran de be. Bi gotina 'me şerê birakujî heram kiriye' nabe. Belê divê Kurd şerê birakujiyê heram bike. Lê divê ev tenê ne li ser lêvan be. Kiryarên îro li Başûr me hemûyan xemgîn dike. Her wiha divê çapemeniya Kurd hişyar be û ji nûçeyên şer gur dike xwe vegirin. Di vî warî de ez televiyona Stêrk Tv û Medya Haber Tv pîroz dikim û televîzyonên Başûr jî rexne dikim. Ji zimanê şer divê em vegirin. Divê tenê hewldan û daxwaza me yekitî be. Li çar aliyên Kurdistanê gelê Kurd ji bo yekitiyê amade ye û tifaqa xwe ava kiriye. Divê hêzên Kurd jî li gorî vê daxwazê tevbigere û ji bo yekitiya neteweyî bixebite. Her demê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikêşe li ser yekitiya neteweyî û ji bo yekitî pêk were jî dixebite."