BI DÎMEN

'Divê em tecrîdê bişikînin, xwedî li çalakiyan derkevin'

Dayikên di Nobeda Edaletê de ne diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin.

Dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê di serî de li Kurdistanê li Ewropa, Emerîkaya Latîn û Afrîkayê berfireh bû. Girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pengava azadiyê de di 27’ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Li gelek navendan jî ji bo piştgiriya pêngava azadiyê û çalakiyên grevên birçîbûnê Nobetên Edaletê hatin destpêkirin. Ji van navendan jî yek jê Amed e. Dayikên di Nobeta Edaletê de ne de der barê çalakiyê de nirxandin kirin.

‘WERIN EM BI HEV RE DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN’

Dayika girtiya bi navê Amîne Kaya ya ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin, Meryem Soylu bal kişand ser zextên li girtiyan tên kirin û wiha got: “Tişta ku girtiyan di girtîgehê de zindî dihêle têkoşîn û moralê wan e. Ji ber ku ez 9 salan di girtîgehê de mam, şert û mercên wê derê baş dizanim. Tecrîda li ser girtiyan tecrîdeke pir giran e. Bi saya vîn û têkoşîna girtiyan dijmin nikare vîna kesî bişkîne. Armanc û vîna girtiyên di nava çar dîwaran de asê mane eşkere ye û ev îrade wan zindî dike. Lehengên me yên weke Mazlûm Dogan û Kemal Pîr zincîra wehşetê şikandin û girtîgeh kirin akademî. Dijmin îro bi her awayî tecrîdeke bêhempa li ser girtiyan ferz dike. Divê her kes baş bizane ku mifteya aştî û azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heta ku Rêberê Kurdan azad nebe, ne gelên Tirkiyeyê ne jî gelên Rojhilata Navîn azad dibin. Îro her kes di bin tecrîdê de ye, divê ev kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Em wek dayikên Kurd li dijî hemû zilmê ne. Ez ji vir bang li Kurdên ku xizmeta dijmin û pergalê dikin dikim. Wê dora zilmên ku niha li ser me tê meşandin, bê we jî. Yên ku xiyanetê li netewe, nasname, ax û dayika xwe bikin, wê rojekê bi vê zilma ku em dijîn re rû bi rû bimînin. Banga min ji hemû mirovahiyê re ev e; werin, bi Kurdan re bibin yek û em bi hev re dawî li vê zilmê bînin.”

‘DEMA KU EDALET HAT WÊ HER KES AZAD BIBE’

Esma Seydaoglû jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin dayikên Nobeta Edaletê beşdarî çalakiya nobetê bûye û got: “Ez weke dayikeke Kurd ji bo piştgiriyê li vir im. Ez îroj ji bo piştgiriya mirovahî, aştî, edalet û azadiyê hatim. Ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku piştgiriyê bidin. Îro divê gelê Kurd ji bo edaletê piştgiriyê bidin hev. Bila bi dengekî xurt ji çar aliyên Kurdistanê piştgirî bidin vê berxwedanê. Ev berxwedana me ji bo edaletê ye. Dema ku edalet pêk were wê her kes azad bibe.”

‘HETA KU TECRÎD BIŞKÊ EM Ê NOBETÊ BIDOMÎNIN’

Dayika girtiyê nexweş Sûlhiye Saruhan jî diyar kir ku ew wek dayik ji bo zarokên xwe têdikoşin û ev tişt got: “Tekane daxwaza girtiyên li girtîgehê ew e ku em piştgiriyê bidin wan. Armanca girtiyan şikandina tecrîda li ser Rêbertî û girtiyan e. Îro tecrîda li ser Rêber Apo li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Bi awayekî kêfî infaza zarokên me dişewitînin û wan dixin hucreyên yek kesî. Em wek dayik edalet û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin tecrîda li girtîgehan bişkînin. 3 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Tenê daxwaza me ew e ku em agahî ji wî bistînin û tecrîda li ser wî bişkînin."

‘EM DIXWAZIN RÊBERÊ ME AZAD BIBE’

Aklîme Hanas jî anî ziman ku heta tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê rakirin dê Nobeta Edaletê bidome û wiha axivî: “Em îro ji bo şikandina tecrîda mutleq li vir in. Li ser Rêberê me rastiyeke tecrîdê heye. Em vê tecrîdê naxwazin. Em dixwazin Rêberê me azad bibe. Zarokên me li girtîgehan bi bedena xwe li ber xwe didin. Mafên wan jî hene, em dixwazin hemû daxwazên girtiyan pêk bên.”