‘Divê em di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin’

Mamosteyên Qada Perwerde ya Mexmûrê li dibistana Şehîd Mehmet Kurd Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Mamosteyên Qada Perwerdehiyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê ya li Dibistana Seretayî ya Şehîd Mehmet Kurt Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Berî daxuyaniyê deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hate girtin. Li ser navê mamosteyan mamoste Ferîde Tekîn daxuyanî xwend.

Tekîn bal kişande ser êrîş û polîtîkayên li ser ziman û destnîşan kir ku zimanê Kurdî her çendî li ber hemû êrîşan hebûna xwe parastibe jî, lê bandorekî mezin jî lê kiriye. Tekîn anî ziman ku bi saya wêjevanên gelê Kurd ziman û wêjeya Kurdî heta astekê li deverên cuda hate parastin.

Tekîn bi domdarî got: “Ji bo ku em bikaribin vê rojê di wateyek rast de pîroz bikin, divê em di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin. Ji bo em girîngiya vê rojê baştir bizanibin, divê em wan şehîdên ku ev roj ji me re watedar kirine, ji bîr nekin. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku mezinkerê vê rojê Rêber Apo ye.”

Herî dawî Tekîn weke Qada Perwerdeya Mexmûrê bang li hemû mirovahiyê kir ku rê neyê dayîn ku zimanê wan bê tinekirin û got: “Em mamoste û xwendekar ên Rêber Apo soz didin gelê birûmet, em ê ji bo azadiya ziman, gel û Rêbertiya xwe di hemû şert û mercan de bixebitin, berxwedanê mezintir bikin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Bijî Zimanê Kurdî’ bi dawî bû.