'Divê destketiyên Kurdan bên parastin'

Berdevkên CNK û Tevgera Azadî Jiyan Tîmûrtaş û Metîn Pîranî li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê axivîn û gotin, "Divê destketiyên Kurdan bên parastin û rêxistinên Kurdan dengê xwe bilind bikin."

Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Ji ber êrişan, di serî de sivîl bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk ku ji salên 1980'î ve dem bi dem ji bo dagirkeriyê êrişê dibe ser Başûrê Kurdistanê, ji ber ku welatekî endamê NATO'yê ye, li qada navneteweyî ti carî nehate şermezarkirin.

Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş û Berdevkê Tevgera Azadî Metîn Pîranî têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêmê ji ANF'ê re axivîn. Tîmûrtaş bi bîr xist ku dewleta Tirk nêzî 40 sal in êrişî Başûrê Kurdistanê dike û diyar kir ku êriş ne tenê li dijî Başûr her wiha li hemberî Rojava jî tê kirin.

'PARTIYÊN KURDISTANÎ JI DAXUYANIYAN BÊHTIR DIVÊ BI RENGEKÎ CIDÎ NÊZÎ MESELEYÊ BIBIN'

Tîmûrtaş destnîşan kir, dewleta Tirk li herêmên ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve dibin, ji bo aramiyê têk bibe êrişan dike û got, "Dewleta Tirk a ku van êrişan dike, nakokiyên nava siyaseta Kurd jî dibîne. Her parçeyekî Kurdistanê xwedî şert û mercên xwe yên xweser in. Lê belê ev êriş di dawiya dawî de êrişa li se neteweya Kurd hemûyan e.

Ji ber vê yekê siyaseta Kurd a heyî divê di xeta dij bi mêtingeriyê têbikoşe. Ne partiyên li ser desthilatdariyê, lê belê dewleta Tirk bi xwe êrişî Kurdistanê dike. Lewma partiyên Kurdistanî yên heyî divê ji daxuyaniyan bêhtir hîn bi cidî nêzî meseleyê bibin. Bi siyaseta dûrî ji gel, Kurdistan nikare bê parastin."

'LI PIŞT ÊRIŞAN, HIKUMETA NAVENDÎ YA IRAQÊ HEYE'

Berdevkê Tevgera Azadî Metîn Pîranî jî diyar kir ku li pişt êrişên dewleta Tirk hikumeta navendî ya Iraqê heye û ev nirxandin kir: "Ev êriş bi destûra hikumeta navendî ya Iraqê tê kirin. Ev êriş salên dawî zêde bûne jî ji destpêka salên 1980'î ve tên kirin. Ji hingî ev êriş tên kirin.

Siyasiyên Kurd diviyabû di vê mijarê de karîbûna gelek tişt bikra.Bi taybetî bi dehan saziyên bi navê partî, saziyên civakî yên sivîl û komele li Bakurê Kurdistanê hene. Lê belê hemû jî bêdeng in."

Pîranî destnîşan kir ku partî û rêxistinên Kurdan divê bi rol û mîsyona parastina berjewendiyên neteweyî yên Kurdan tevbigerin û got, "Divê destketiyên Kurdan bên parastin."