Divê Êzidiyên Şengalê parastina hevpar û meclîsa resen ava bikin

Şengaleke xweser a xwedî xweparastin û meclîsa resen, nebe nabe. Ev êdî ne daxwazeke; Êzidiyan hem parastina xwe ava kirine, hem jî meclîsên xwe damezrandine. Ev yek bingeha jiyana xweseriya demokratîk e.

Heşdî Şebî gelek gundên li dora Mûsilê ji destê DAIŞ'ê derxistiye. Li beşeke girîng a gundên navbera Şengal-Mûsilê jî DAIŞ derxistiye; xwe gihandiye gundên Êzidiyan ên Şengalê. Her wiha hin gundên navbera herêma Şengalê û Rojavayê Kurdistanê bi dest xistiye û xwe gihandiye sînorê Sûriyeyê. Ev pêşveçûna Heşdî Şebî li Şengal û derdora wê bû sedem ku di navbera YBŞ û PDK'ê de hin pirsgirêk rû bidin. Gihîştina Heşdî Şebî li herêma Şengalê, rewşeke nû derxistiye holê. Ev rewş Kurdên Êzidî ji nêz ve eleqedar dike.

Piştî 3'ê Tebaxa 2014'an, ji bo Şengalê û Êzidiyan serdemeke nû dest pê kir. Êdî ne pêkan e ku Şengal û Êzidî li rewşa beriya 3'ê Tebaxa 2014'an vegerin. Eger Êzidî rewşa berê qebûl bikin, wê hingî qirkirinê qebûl bikin. Ji ber vê yekê, Şengaleke xweser a xwedî xweparastin û meclîsa resen, nebe nabe. Ev êdî ne daxwazek e; Êzidiyan hem parastina xwe ava kirine, hem jî meclîsên xwe damezrandine. Ev yek bingeha jiyana xweseriya demokratîk e. Bêguman xweparastin jî neçare bi meclîsa Êzidiyan ve be. Eger xweparastin bi meclîsê ve ne girêdayî be, xweseriya demokratîk nabe.

Xweseriya Êzidiyan, niha ji bilî PDK, Iraq û Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Ya rast, nabe ku ti hêz li ber xweseriya Êzidiyan rabe. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de xalên herêmên xweser ên bi navê La Merkezî hene. Ji ber ku êdî ne pêkan e ku Iraq bi rengekî navendî hevgirtî bê parastin. Yekîtiya Iraqê ancax bi xweseriyê û demokrasiya herêmî were parastin. Her çend PDK ji bo civakê li dora xwe bicivîne qala avakirina dewletê bike jî, Federasyona Başûrê Kurdistanê çareseriyeke siyasî ye ku yekîtiya Iraqê diparêze. Di nava daxwaza PDK'ê ya dewleta serbixwe de Kerkûk û hin herêmên nîqaş li ser hene, cih nagire. Lewma ev daxwaza PDK'ê bi kêrî Kurdan nayê. Bi vî rengî dibe ku Kurdistanê parçe bike. Lewma rojeva PDK'ê ya ji bo avakirina dewletê, ji aliyê gelek şîrovegerên siyasî ve weke gefê, şantaj û taktîka nixumandina pirsgirêkên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê tê nirxandin.

PDK pirsgirêkê çareser nake, pirsgirêkan girantir dike. Ji ber vê yekê, divê rojeva dewletê ya hêzeke ku pirsgirêkan girantir dike, cidî neyê dîtin. Eşkere ye, Başûrê Kurdistanê veguhere dewletê, wê bi qasî nîvê rewşa xwe ya heyî serbixwe nebe. Dibe ku kapasîteya xwe ya niha ya tevgereke serbixwe, ji ya gelek dewletên li cîhanê zêdetir e.

PDK'ê, tevî ku di 3'ê Tebaxê de Şengal terikand û di nava lepên DAIŞ'ê de hişt, her wiha bû hêza ku pêşî li xweseriya Êzidiyan a li Şengalê digire. Hewl da bi pereyan bandorê li Êzidiyan bike, bi gef û şantajê bitirsîne û bi vî rengî Êzidiyan parçe bike. Bi dijminatiya li YBŞ û gerîla re, bi êrîşa li dijî gerîla re, ku gerîla pêşî li fermana 3'ê Tebaxê girtibû, hewl dide yekîtiya Êzidiyan asteng bike. Li dijî yekîtiya Êzidiyan, avakirina meclîsên wan, avakirina hêzên parastina Êzidiyan û sazkirina xweseriya demokratîk derdikeve û nahêle Êzidî bibe hêzeke xurt. Eger xweseriya demokratîk a Êzidiyan pêk baniya, wê niha weke mûxatabekî xurt derketibûya pêşiya her dewletê. Wê Iraq jî, tevahiya cîhanê jî Xweseriya Êzidiyan qebûl bikira. Lê belê PDK dibêje 'bibe nebe ez ê serdest bim' û bi vî rengî li dijî xweparastin, meclîsa Êzidiyan, yanî li dijî xweseriya demokratîk a Êzidiyan derdikeve. Bi vî rengî bû asteng li pêşiya mûxatabûneke xurt a Êzidiyan. Lewma Heşdî Şebî bi hêsanî li hin cihên bejahiya Şengalê serdest dibe. Bêguman nikare bê gotin, çima Heşdî Şebî van gundan ji DAIŞ'ê stand.

Ya ku niha divê Êzidî bikin ew e, ku bi rengekî yekîtiyê meclîseke hevpar ava bikin û hemû hêzên xwe yên leşkerî di bin sîwanekê de li hev bicivîne. Pêwîste ev hêzên leşkerî jî bi meclîsa resen a Êzidiyan ve girêdayî bin û meclîsa resen, xweseriya demokratîk ragihîne. Dema ku Êzidiyan ev gav avêt, PDK jî, Iraq jî, Heşdî Şebî jî wê neçar bimînin ku xweseriya Êzidiyan qebûl bikin. Ya rast divê Êzidî tavilê projeyeke xweseriya demokratîk deynin holê, vê ji tevahiya cîhanê re ragihînin û xweseriya xwe ava bikin. Xweseriyeke bi vî rengî mafê herî rewa yê Êzidiyan e. Kes nikare li ber avakirina jiyana demokratîk û azad a li ser bingeha xweseriya demokratîk a Êzidiyan rabe.

Piştî 3'ê Tebaxa 2014'an xweseriya Şengalê rewa bûye. Ji bo vê jî hemû dinya li dijî xweseriya Şengalê derkeve jî PDK nikare li dij derkeve. Ji bo vê jî her çi bike jî nikare xweseriya Şengalê asteng bike, eger hewl bide ku asteng bike jî wê têk biçe. Hemû Êzîdî divê li dijî PDK'ê, Iraqê û Heşdî Şebî vîna xwe ya demokratîk nîşan bidin. Divê nîşan bidin ku ew ji bilî Xweseriyê ti rêveberiya siyasî û îdarî qebûl nakin. Divê nîşan bidin ku ew ji bo pêşî li qirkirin û fermanan bigirin dev ji xweparastinê naqerin. Fersendeke dîrokî li ber Êzîdiyan heye Heke di vê demê de xweseriya xwe, jiyana xwe ya azad û demokratîk ava nekin Êzîdî wê gelek tiştan winda bikin û bi fermanên nû re hevrû bibin.

Bi qirkirina çandî ku wê bibe fermana mezin wê ji ser qada dîrokê rabin. Êzîdî êdî her kî jî dibe bila bibe divê serweriya wan qebûl neke. Divê ne serweriya PDK'ê, ne ya Iraqê û ne jî ya hêzeke dî divê qebûl nekin. Her kî xweseriya demokratîk nas bike Êzîdî jî divê wan nas bikin û bi wan re di nav têkiliyê de bin. YBŞ û meclîsa resen ya Êzîdiyan her çendî niha hemû Êzîdiyan di nav xwe de venehewîne jî gaveke mezin avêtiye. Kîjan hêz êrîşê bibe ser van organ û hêzan ku zemîna xweseriya demokratîk in, meclîsa resen û YBŞ divê li dijî wan li ber xwe bide. Hêza li dijî wan her kî jî be organên xwerêveberiyê yên berxwedêr wê bi ser bikevin. PDK jî êrîşê bîne, Heşdî Şebî jî bîne, Iraq jî bîne, Tirkiye jî êrîşê bîne hêzên xweparastinê yên Êzîdî wê bi ser bikevin.

Eger Heşdî Şebî Kurdên Êzîdî, meclîsa resen a Êzîdiyan û xweparastina wê û xweseriya demokratîk a Êzîdiyan nas bike Êzîdî di nav sînorên Şengalê de dikarin bi aştî bi wan re bijîn. Lê heke meclîsa resen a Êzîdiyan û xweparastina wan nas nekin Êzîdî li dijî wan jî divê xwedî helwest bin. PDK divê polîtîkaya xwe ya heta niha biterikîne, divê xweseriya Şengalê, meclîsa resen, xweparastina Şengalê qebûl bike. Divê PDK ji Şengalê vekişe, divê Şengalê ji hêza xweparastinê û meclîsa resene a Êzîdiyan re bihêle. Heke wiha bike Iraq jî, Heşdî Şebî jî, hêzên din jî wê neçar bimînin ku xweseriya demokratîk a Êzîdiyan nas bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA