Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî li Amedê hate veşartin
Siyasetmedar û dîroknas Tarik Ziya Ekîncî, yê ku di 15’ê Tebaxê de li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe Amedê bi merasîmeke hate veşartin.
Siyasetmedar û dîroknas Tarik Ziya Ekîncî, yê ku di 15’ê Tebaxê de li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe Amedê bi merasîmeke hate veşartin.
Ji bo Ekîncî li Mizgefta Şehîtlikê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, hevsera Ekîncî Perîhan Ekîncî, birayên wî Emîn û Tahîr Ekîncî, xizmên malbatê, dost, wekîl, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di merasîma cenazeyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna Tarik Ziya Ekîncî ya ji bo gelê Kurd.
Bakirhan got, "Tarik Ziya Ekîncî, ji bo meseleya Kurd cewher û wêneyekî bû. Jiyana xwe fedayê mafên gelê Kurd kir, rastî îşkenceyê hat, hat girtin û bi sirgûnê re rû bi rû ma, lê ti carî dest ji têkoşînê berneda. Li gel ku nexweş û di nava nivînan de bû jî, ew kesayetek bû ku li Newroza Amedê temaşe dikir û ji berxwedana gelê Kurd îlham digirt. Soza me ji wî re ew e ku em ê vê têkoşîna wî daye destpêkirin bidomînin."
ŞAHIDÎ JI DÎROKA SEDSALÎ RE KIR
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, jî axivî û got: “Ew nivîskar, rewşenbîrek Kurd bû. Stêrkek sed salî ji nav me xurîcî. Tarik Ziya Ekîncî şahidê dîroka gelê Kurd a sed salên dawî ye.”
Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî wiha got: “Kekê Tarik, bîr û biryardariya sed salî ya dîroka me bû. Ji bo mafên gelê xwe têkoşîna wekhevî, edalet û demokrasiyê da. Zanîn û ilmê xwe bi her kesî re parve kir.”
Serokê Odeya Tabîban a Amedê yê berê Veysî Ulgen, jî axivî û got: “Heke îro em dikaribin daxwaza tenduristiya bi zimanê dayika xwe bikin û ev di rojevê de be; ev bi saya serê Tarik Ekîncî û rewşenbîrên weke wî bû.”
Cenaze hat veşartin û malbata Ekîncî spasiya beşdarên merasîmê kirin.