Dînç: Tirkiye qanûnên navneteweyî binpê dike

Parêzer û Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir ku hikumet bi tecrîda li ser Ocalan zagonên navneteweyî bin pê dike û xwest CPT ji bo dawîkirina tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir de bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne û hemû serlêdana parêzeran bi hincetên rewşa hawayê û keştî xerabeye têne astengkirin. Parêzer û Wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir ku tecrîda li ser Birêz Ocalan zagonên navneteweyî bin pê dike û got, hikumet bi astengkirina hevdîtinê sûc dike.

'BIRYARÊN LI ÎMRALIYÊ DERQANÛNÎ NE'

Dînç da zanîn ku di nava heft salan de zêdetirî 700 serlêdanan kirine û wiha axivî: "Ji 27’ê Tirmeha 2011’an û vir de hemû serlêdanên me bi hincetên cuda têne red kirin. Di nava heft salan de zêdetirî 700 serlêdanên me hatin kirin û hemû serlêdanên me bi hincetên rewşa hewayê, keştî xerabûye û niha jî bi hinceta Rewşa Awarte serlêdanên me têne red kirin. Biryarên ji bo Îmraliyê tên girtin ne hiqûqiye û asteng kirina hevdîtinan jî derqanûniye. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî astengkirina hevdîtinan sûç e.  Ne tenê serlêdanên parêzeran, serlêdanên malbatan û heyeta Îmraliyê jî tên redkirin. Der barê astengiyên hevdîtinan de gelek hewldanên me çêbûn, me serî dadgehên Tirkiyeyê û dadgehên navneteweyî dan.  Lê belê heta niha me ti encam negirtiye. Dema ku mijdar dibe Ocalan jî hiqûq tê binpêkirin."

'DI REWŞA AWARTE DE REWŞEK AWARTE'

Dînç anî ziman ku piştî Rewşa Awarte hate îlankirin û vir de tecrîda li ser Ocalan girantir bû û wiha pê de çû: "Beriya Rewşa Awarte bi rêya nameyan me agahî ji girtiyên din yên Îmraliyê digirtin. Mixabin piştî Rewşa Awarte bi ti awayî êdî em agahiyan ji Îmraliyê nagrin.  Li gorî biryara Dadgeha Borsayê girtiye heta Rewşa Awarte hebe ti girtiyên li Îmraliyê nikarin mafên xwe yên name, telefon û hevdîtinê pêk bînin. Bi vê jî dixwazin têkiliya Îmraliyê bi tevahiya dinyayê re qut bikin, ev biryar bi xwe jî derqanûniye û di ti zagonan de nîne."

'EM BI FIKAR IN'

Dînç bal kişand li ser nûçeyên ji beriya niha der barê tendirustiya Ocalan derketin û wiha axaftina xwe domand: "Ev hewldanên wiha xeter in û em bi fikar in. Piştî nûçeyên der barê tendirustî û ewlehiya Birêz Ocalan de derketin, em rayedaran re ketin têkiliyê û herdem rayedaran jî wiha digot, ‘rewş baş e, û ti pirsgirêk tineye’ ji bo me radigihandin. Lê belê ev têrê nake û em ji vê yekê jî têr nabin. Sedemên ku fikarên wiha jî tenê astengiya hevdîtinan e, divê demildest pêşiya fikarên wiha bên girtin û hevdîtin bên kirin."

'BIRYAR SIYASÎ YE'

Dînç bilêv kir ku ti bingehê tecrîda li ser Ocalan tê meşandin tine ye û biryar siyasî ye û got, "Ji sala 1999’an û vir de şert û mercên tecrîdê dem dem hatin girankirin. Dema ku tecrîd li ser Birêz Ocalan giran dibe û hevdîtin têne qutkirin, herdem li derve şer gur dibe û alozî li welat belav dibe. Lê belê dema ku tecrîd radibe û hevdîtin li gel Birêz Ocalan jî tên kirin, li her deverên welat aramî tê axaftin." Dînç di dewama axftina xwe de got, rêya çareserî û aştiyek mayinde di greva Îmraliyê re derbaz dibe û ev tişt got: “Herdemê pirojeyên aştiyê û çareseriyê ji aliyê Ocalan ve hatine afirand û pêşniyar kirin. Ji bo ku pirojeyên aştiyê yên Ocalan pêk bên jî divê destpêkê riya Îmraliyê bên vekirin û hevdîtin pêk bên.”

'DIVÊ CPT BIKEVE TEVGERÊ'

Dînç destnîşan kir ku ji sala 1999’an û vir de şert û mercên birêz Ocalan tê de şertên tecrîdê ne û wiha got: "Ji bo ku tecrîd bi dawî be û em bikarin hevdîtin pêk bînin jî me gelek serlêdan kirin. Yek jî muxatabên me jî CPT’ye. Çima CPT? Ji ber ku CPT girêdayî Konseya Ewropayê ye û saziyeke li hemberî êşkenceyê radibe. Wezîfeya CPT jî pêşîgirtina li êşkenceya li girtîgehan e, CPT bê destûra hikumetan jî dikare girtîgehan ziyaret bike û êşkenceya li girtîgehan pêk jî tê li ser xebatan bide meşandin. Lê belê em li 7 salên dawî dinêrin CPT pewîra xwe bicîh nayne. Çend carên dawî serdana Îmraliyê kir jî lê belê raporên xwe yên der barê Îmraliyê de eşkere nekirin. Gelek caran me hevdîtin pêk anîn û CPT wiha dibêje, 'ji bo em raporan eşkere bike divê destûra hikumeta Tirk hebe'. Belê dibe ev zagonek wan be, lê belê divê CPT ji ku tecrîd bidawî be bikeve nava xebatan û ji bo dawîkirina tecrîdê bi serê xwe dikare li hemberî Tirkiyê daxuyaniyan bide. Ji bo pêşî li ber tecrîdê bê girtin jî divê hewldanê xwe xurt bike û bikeve nava liv û tevgerê."