Dîmenên destpêkê yên Balafirgeha Tebqayê
Ji Balafirgeha Tebqayê, ku duh ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, dîmenên destpêkê hatin weşandin.
Ji Balafirgeha Tebqayê, ku duh ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, dîmenên destpêkê hatin weşandin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya DemokratîK (QSD), ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ji bo rizgarkirina Reqayê operasyonê dimeşînin, duh balafirgeha Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kiribûn.
Balafirgeha ku berê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve weke balafirgeha leşkerî dihat bikaranîn, di Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve ji destê rejîma hatibû girtin.
Balafirgeha Tebqayê, balafirgeha 2. ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatiye rizgarkirin. QSD'ê par jî Balafirgeha Minixê, ku li başûr Ezazê ye, rizgar kiribûn.
Balafirgeha Tebqayê ji aliyê DAIŞ'ê ve weke navendeke girîng a leşkerî dihat bikaranîn.