Dîmenê çalakiyeke li Werxelê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li qada berxwedanê ya Werxelê weşand, ku di encamê de 2 dagirker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî da bû.

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

2'ê Cotmehê saet di 10:30'î de li herêma Avaşînê, li dijî dagirkerên ku xwestin êrişî Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, hêzên me çalakî kirin.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakiya serketî ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin ku bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran şer dikin."