Dîmenê çalakiya li girê Koordîne hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li girê Koordîne yê Çelê li dijî leşkerên Tirk lidar xist, weşand.

Dîmenê çalakiya 20'ê Nîsanê, ku ji aliyê artêşa Tirk ve hate înkarkirin, ji aliyê Gerîla TV ve hate weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî da:

"Roja 20'ê Nîsanê saet di 18:30 de, li hemberî leşkerên li Girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, hêzên me bi çekên ferdî çalakî kirin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 2 kon hatin şewitandin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin."