Dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Şêxmûs hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 25'ê Adarê ya li Girê Şehîd Şêxmûs ê li Heftanînê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê ev agahî parve kiribû:

"25'ê Adarê saet di 12:30'î de hêzên me li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir. Piştre bi balafirên şer bombe li qadê barand."