Dîmenê çalakiya gerîla ya li Girê Amediyê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê weşand, ku di 6'ê Tîrmehê de hate lidarxistin û 13 dagirker lê hatin cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser çalakiyê ev agahî hatibû dayin:

"6’ê Tîrmehê saet di 22:00 de dagirkeran bi kûçikan berê xwe dan Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Tîmên me yên bi tevger ev koma dagirkeran xistin bin kontrola xwe û bi çalakiyên koordîneyî yên gerîla ew xistin kemînê. Saet di 23.20’an de derbên giran ji du aliyan ve li dagirkeran hate xistin û 13 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. Helîkoptera Skorsky a ku hewl dida dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne werbigire, bû hedefa hêzen me. Helîkoptera ku derbên giran lê hate xistin û dû pê ket, nekarî dagirkeran ji qadê bibe û ji neçarî ji herêmê çû."