Dîlek Ocalan: Tecrîd wê ji aliyê jinan ve bê şikandin

Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan destnîşan kir, ku polîtîkaya riziyayî ya AKP'ê wê li pêşberî dildariya azadiyê ya jinan hûrhûrî bibe û got, "Jin wê tecrîda li Îmraliyê bişikînin."

Parlamentera Rihayê ya HDP'yî Dîlek Ocalan diyar kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, tecrîd wê bi têkoşîna bi pêşengiya jinan ji holê rabe.

Dîlek Ocalan anî ziman, ku di şexsê Ocalan de ev 18 sal in tecrîd li ser gelê Kurd û hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn tê ferzkirin û got, "Desthilatdariya AKP'ê hewl dide siyaseteke riziyayî û genî bidomîne. Polîtîkaya li ser Îmraliyê bêçaretiya vê desthilatdariyê ye. Bêbaweriya desthilatdariyê ya ji xwe ye. Vê bêbawerî û bêçaretiyê ew xistine nava şer. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê Rojhilata Navîn û Tirkiye nikaribe ji nava van krîzan derkevin."

Dîlek Ocalan ragihand, şîdeta zêde ya di nêzîkatiya li gelê Kurd de tê wateya giranbûna kaosê û wiha dewam kir, "Divê êdî her kes zanibe, ku çareseriyek bêyî Kurdan nepêkan e. Pirsirêka Kurd êdî pirsgirêkeke cîhanê ye. Nepêkane ku Kurdên nifûsa xwe nêzî 50 mîlyon e bê statu bimîne. Mîna hemû gelan mafê Kurdan e ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Mafên bingehîn ên gelê Kurd hatine desteserkirin."

DILDARIYA AZADIYÊ YA JINAN

Dîlek Ocalan bal kişand ser kampanya TJA'yê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got, "Agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. Maf bû ku di cejnê de malbat wî bibîne, lê destûr nehate dayin. Ev polîtîkaya riziyayî ya AKP'ê wê li pêşberî dildariya azadiyê ya jinan hûrhûrî bibe. Bi kampanya TJA'yê re, ku bi dirûşma 'tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve' hatiye destpêkirin, em ê vê rastiyê careke din nîşan bidin. Jin wê tecrîdê bişikînin. Jin, heta ku bi dirûşma 'Azadiya Rêbertî azadiya hemû jinan e' azadiyê diyarî tevahiya civakê bikin, wê têkoşîna xwe bidomînin."