Dilê gerîla

Gelek kêlî hebûn em bêdeng man, gelek kêlî hebûn me guhdariyê bîranînê wan kir… Lê gelek kêlî hebûn ku em bi xwe re birin û çûn…

Ji xwezayê êdî hêdî hêdî bêhna werza payîzê tê. Bi gotina gerîlayeke jin a ku bi eslê xwe ji Botanê ye û demekê dirêj e di nava gerîlayan de ye, ez veciniqîm. Gotina; "heval em ê biçin gel hevalan, bila agahiya we jê hebe." Bêguman gava vê gerîlayê wisa got, min  ji xwe re got, 'gelo ew ê biçin gel kîjan hevalan, ger ku em bibêjin em jî dixwazin bi we re werin wê çi bibêjin?' Ya rast min gelekî meraq kir ev gerîla wê biçûna kuderê. Min xwe ne girt û ji wan re got; "ger ku ji bo we nebe pirsgirêk be em jî dixwazin bi we re werin?" Gava min wisa got ew gerîlaya jin got; "Ne ji bo me nabe pirsgirêk, lê ji bo ewlehiyê ne baş e, ji bo wê em nikarin we bibin. Cihê hevalan ji bo ewlehiyê ne baş e." Bi vê gotinê re min jî xwe negirt û got; "ma heval çima cihê xwe li cihekî bê ewle çêdikin?" Wê hevalê car din got, "Tu dizanî neyar ji tirsa êdî nizane çi bike, bi wan êrişên xwe yên bê exlaq êriş dibe li ser her derê. Ya rast tu bibêjî cihê hevalan gelek bi ewle ye, di  hemêza xaka xwe de ne. Lê neyar ji tirsa hov û dîn bûye." 

Bi gotina vê gerîlaya jin re min fêm kir ku qala şehîdgehê dike. Gava bi heyecan û kêfxweşiyekê gelek cuda got em ê biçin gel hevalan wê demê min qet bîr nebir ku qala şehîdgehê dike. 

Belê, ez pir lê rawestiyam û  ez  jî bi wan re çûm şehîdgehê. Ya rast gerîla li hember jiyanê, hevaltiyê û nirxên xwe hurmeteke cudan nîşan didin. Hurmet  ji bo wan gelek girîng e. Ji xwe di van warên jiyanê de nirx û pîroziya jiyanê pir bala mirovan dikşîne. Her çiqasî rêya me dirêj bû jî lê me nezanî em çawa gihiştin şehîdgehê. 

Gava em gihîştin şehîdgehê hemû gerîlayan kefiyên xwe ji serê xwe kirin û bi awayekê gelek fermî derbasî hundir bûn û hevalên xwe silav kirin. Bi rastî jî ev gelek bala min kişand. Gerîla ji destpêkê heya dawî yek bi yek hevalên xwe silav kirin û çûn ser gora wan. Gelek nêzîkatiyên gerîlayan li ber çavên min ketin û min xwest ez fêm bikim. Ew gotinên wan yên ku ji dilê wan dihat û bi rêya çavên xwe ji hevalên xwe re vedigotin, zehmet e ku mirov wan fêhm bike. Ez bûbûm temaşevanê wan, min çi qasî rast temaşe kir nizanim. Min nedixwest ez bibim temaşevan. Ji bo ku mirov fêm bike pêwîste mirov hîs bike û bizanibe ew çi hîsan dijîn. Lê min fêm kir ku hevaltiya li nava PKK'ê  hevrêtiya rûmet û wîjdan û mirovê azad e. 

Gerîlaya jin a ku nexwest ez navê wê bidim û wêneya wê bikşînim careke din got; "hûn dizanin gava ez têm gel hevalan aramiyek gelek cuda xwe li ruhê min dide. Ez li gel hevalan xwe gelek sivik û pak hîs dikim. Ne hîs dikim hema wisa jî dibim." 

Tevahî tevger û nêzîkatiyê wan bala min dikşand. Bi taybetî jî gava destê xwe li ser gora hevrêyên xwe re dibirin ew kêlî, kêliya ku tevahî gotin, peyv û ziman tîp û tazî dibû li hember wê kêliyê. Ew kêlî her tiştê nava xwe de dibir û di çû. Destê xwe datanîn li ser gora hevalên xwe û bê ku dev û ziman bilive û qise bike, bi zimanê çav, ruhê xwe bi hevalên xwe re diaxivîn. Gelo çi ji hev re di gotin, çi gotin mabû, di dilê wan de? Hesretên wan, gotinên wan yên ku di dilê wan de mane, hesreta wan a  bi salan çi bû? Min nedikarî ez vê bizanibim, yê  ku bi vê bizanibe ew dest, çav û dilê wan gerîlayan in ku li ser gora hevalên xwe rûniştine û di her kêliyê de jiyanê bi wan re dijîn. Ew destê ku axa li ser gora hevalê xwe hûr dikir û axa wê rast dikir dizane. Erê ew dizanin yên ku perçeyekê ji canê xwe win dadikin lê careke din jî bi wê perçeyê xwe re jî bi hêz dibin, mezin dibin û hêrsa xwe mezin dikin. 

Gelek kêlî hebûn em bêdeng man, gelek kêlî hebûn me guhdariyê bîranînê wan kir… Lê gelek kêlî hebûn ku em bi xwe re birin û çûn…

Min di çavê wan de du tiştên ku wan mezin dike û dihêle ku bi nirxên xwe re mezin bibin û ji derveyê wan jî kes fêm neke dît. Yek êşa wan a ku li hember hevalên xwe dijîn, lê kêleka wê jî êşa wan a ku dilê wan mezin dike û baweriya wan qayîm dike. Ya duyemîn jî, ew bû ku êşa wan kîn, nefret û hêrsê wan mezin dike. Yek jî kîna wan bû ku bibîkê çavê wan mezin bû.  Ji xwe gotin ji bo baweriya wan a ku ew dijîn jî nayê gotin… Ji ber wiha gotin wê gotin ji xwe şerm bike…