Dikandarên Nisêbînê nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP-MHP'ê dan

Dikandarên Nisêbînê di dema serdana HDP'iyan de qala derdên xwe kirin û nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP-MHP'ê dan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de îro serdana navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kir. Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Pero Dundar, Garo Paylan, Necdet Îpekyuz û Ridvan Tûran û rêveberên HDP’ê pêk dihat serdana esnafan û xelkê Nisêbînê kir. Di sohbetên derbarê aboriyê de bi esnafan re hat kirin, diyalogên girîng derketin holê. 
 
Esnafan diyar kir ku ji ber fiyeta tiştan biha bûye ew nikarin kar bikin û bertek nîşanî gotinên desthilatdarê ku dibêjin aborî baş e dan. Esnafan pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê ji şandeya HDP’ê re vegotin û xwestin rewşa wan baş bibe.
 
Garoya Paylan di serdana esnafan de destnîşan kir ku bi têkoşînek bi hev re wê desthilatdariya AKP’ê bişînin û çûna desthilatdariyê nêz e. 
 
Welatiyan şandeya HDP’ê bi coş oxir kirin.