Dikandarên Kerboranê Soylû protesto kirin

Serdana dikandaran a ku wê Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Silêman Soylû li Kerboranê bikira ji ber ku dikandaran bi armanca protesto kirinê dikan venekirin, nîvco ma.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ji bo “Civîna Ewlekariyê ya Bajar” hate Mêrdînê. Cîgirên Wezîrê Karên Hundir, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan, Midûrê Giştî yê Emniyetê, waliyên Mêrdîn û Amedê û qeymeqamên navçeyan jî tev li civînê bûn. Piştî civînê jî Soylû çû Kerboranê û xwest biçe serdana dikandaran.

Rêyên navçeyê ku wê Soylu tê re derbas bibûna ji aliyê qeyûmê AKP’î ve hatin şûştin û rêyên xerab jî hatin sererastkirin. Soylû, bi helîkoptera leşkerî hate navçeyê û wesayîtên li ser rêyên ku wê Soylû tê re derbas bibûna  jî ji serê sibehê ve hatin rakirin. Soylû, bi karwanek ê bi dehan wesayîtan, çû serdana dikandaran.

DIKANDARAN DIKANÊN XWE GIRTIN

Lê Soylû li navçeyê bi bertek hat pêşwazîkirin. Dikandarên serê sibehê dikanên xwe vekirin, piştî hin bûn ku wê Soylû biçe serdana wan, dikanên xwe girtin. Soylû, piştî li çend dikanên vekirî geriya, serdana xwe di nîvî de hişt. Piştre çû Parka Azadiyê ku wê “Hevdîtina Ciwanan“ lê bihê lidarxistin.

Hat zanîn ku ji bo hevdîtina ciwanan jî ji bo tevlêbûna bernameyê ji bajêr, navçe û gundan bi sedan xwendekar birine parkê.