Dibistanên Mexmûrê jî ji ber metirsiya Korona ketin betlaneyê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo metirsiya vîrûsa korona, dibistanên dayikê, sereteyî û amadeyî heta demek nediyar ketin betlaneyê.

Piştî ku vîrûsa koronayê gihîşt Kerkûkê û bajarê Necefê yê Iraqê li seranserî Herêma Kurdistanê dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê.

Di vê çarçoveyê de Saziya Perwerdeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) biryar da ku ji bo pêşîlêgirtin û belavnebûna vîrûsê heta ku rewş asayî dibe dibistan girtî bin.

Îro li tevahiya dibistanan mamostayan ji bo xweparastina ji vîrûsa korona xwendekar hişyar kirin û riyên xweparistinê ji wan re vegotin. Piştî hişyariyan dibistan ketin betlaneyê.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistanek amadeyî ku nêzî 3500 xwendekar lê perwerdeyê dibînin hene. Herwiha 4 dibistanên dayikê jî hene.

Hêjayî gotinê ye ku doh hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biryar dabû ku li seranserî Herêma Kurdistanê dibistan û zanîngeh werin giritn.