‘Dibe ku sibe dereng be, divê em a niha têkevin nav hewldanan’ - HATE NÛKIRIN

50 hunermendên Kurd li bajarê Kolnê yê Elmanyayê civiyan û bal kişandin ser yekîtiya hêzên Kurdistanê.

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê 50 hunermend, şanoger, helbestkar, aktor, nivîskar û wergêrên Kurd civiyan. Civîn êvarî hate kirin. Di civînê de li ser êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê û tevkariya ji bo yekîtiya hêzên Kurdistanê hate sekinandin.

Di civînê de pirsa ‘Em li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dikarin çi bikin’ bû rojev. Di civînê de Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn ên ku demek berê çûbû Başûrê Kurdistanê axivîn.

Seyîdxan, Emekçî, Canê, Denîz Deman, Mûrat Yapiştiran, Cevad Merwanî, Comerd, Ganî Nar, Kawa, Peywan Arjîn, Memo Gul, Alî Îkîzer, Ersîn Çelîk, Mîrê Hêkan, Alî Zulfîkar, Hekîm Sefkan, Mîrza, Kêjan û Hakan Akay jî di nav de gelek hunermend tevlî civînê bûn.

DIYAR: GELÊ KURD STATUYÊ DIXWAZE

Hunermend Hozan Diyar di civînê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd şertên Peymana Lozanê parçe kiriye û got “Gelê Kurd berdêlên gelekî mezin da û heta îroj hat. Ji bo me êdî roj hiltê. Me encamên girîng bi dest xist. Gelê Kurd dixwaze bibe xwedî statu. Erdogan li dinyayê têk çû. Dixwaze Kurdan bera ber hev bide û xwe rizgar bike. Dewleta Tirk bi dagirkeriya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike. Dijmin li Başûrê Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kiriye, amadekariyên mezin kiriye. Îro statuya li Başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye. Dema em li Başûrê Kurdistanê têk biçin ew ê Kurdistan têk biçe. Ne duh meh şûnde, divê em niha dest bi xebatan bikin. Bêyî ku derengî bikeve, divê em ji bo yekîtiya hêzên siyasî bixebitin.”

HEKÎM SEFKAN QALA ENCAMÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ KIR

Hunermend Hekîm Sefkan jî diyar kir ku hunermendên Kurd du sal berê li hemberî dagirkeriya li ser Rojava hatin ba hev û ji wê rojê şûn de xebatên xwe didomîne. Sefkan diyar kir ku şerê navxweyî ji bo Kurdistanê dibe xisar û got “Li Başûrê Kurdistanê YNK û PDK’ê şerê hev kirin. Başûrê Kurdistane bû du beş. Kevirek heye, aliyekî wê sor û aliyê din jî zer e. Wekî sembola parçebûnê ye. Dema PDK-PKK û YNK-PKK’ê şer kirin çi bû? 70 baregehên leşkerî yên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi cih bûn.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî tên ba hev lê dewleta Tirk dikeve navbera wan. Ew gelekî baş dizanin, dema em Kurd bibin yek wê serweriya wan biqede. Ji bo astengkirina yekîtiyê her dem hewl didin.

HOZAN COMERD: PIRSGIRÊK PERGALA LI HEMBERÎ ME YE

Hunermend Comerd ku diyar kir di dema qetlîama Zîlanê de Stalîn bi navê sosyalîzma alîkarî daye dewleta Tirk û destnişan kir ku Saddam Huseyîn jî bi navê Îslamê di Enfalê de li ser gelê Kurd qirkirin pêk aniye.

Comerd diyar kir ku gelê Kurd di qetlîamên Koçgîrî, Gilîdax, Dêrsim û Enfalê de bi sed hezaran qurbanî dane û wiha pêde çû: “Pirsgirêk Erdogan yan jî lîderek din nîne. Pirsgirêk pergala li beramberî me ye. Ji bo fêmkirina Erdogan yan jî pergala wan, naskirina Sûltan Suleyman ku bi edaleta xwe tê nasîn bes e. Bi edaleta xwe ve tê naskirin û lê 9 birayên xwe kuştiye. Gelê Kurdistanê bi pergaleke wiha re rû bi rû ye.”

Hunermend Comerd her wiha bi bîr xist ku malbata Barzanî û xizmên wê bi hezaran şehîd dane û ji bo Êzidiyan jî got “Ne pereyên Êzidiyan heye û ne jî êrişî tu kesan dikin. Di rastiyê de çirayên mirovatiyê ne. Di nava 7 milyar mirovî de çirayekî wiha tuneye. Li Mûsilê hê sefareta tu kesî nîne, lê Tirkan li wê derê sefaret vekirin. Vê sefaretê DAÎŞ perwerde kir û xiste êrîşê. Destpêkê Şengal û piştre êrîşê Hewlêr û Rojava kirin. Eger em yekîtiya xwe ava bikin wê hemû netew bibin heyranê me.”

Hunermendên din yên kom bibûn jî mafê axavtinê girtin û axivîn. Bêyî îstîsna hemû hunermendan serdana Şivan Perwer, Diyar û Beser Şahîn ya ji bo Başûrê Kurdistanê baş nirxandin û tekezkirin ku hewldana hunermendan xwedî rolekî dîrokî ye. Hemûyan jî dan zanîn ku wê hewldanên xwe bidomînin.

ŞIVAN PERWER: DIVÊ EM AKADEMIYA NETEWÎ DAMEZIRÎNIN

Herî dawî Şivan Perwer axivî û got, “Em hunermend diaxivin û nîqaş dikin. Di wan du salên dawî de em tên ba hev û têkilî guhertinên siyasî yên li Kurdistanê dibin. Lê divê di aliyê hunerî de jî em xebatên xwe pêş bixin” û ragihand ku hunerê di siyasetê de rêyek vekiriye.

Perwer ku pêşniyara avakirina saziya bi navê Hêza Yekîtiya Hunermendan (Yekîtiya Hunermendan) kir, bi bîr xist ku li Elmanyayê nêzî 3 mîlyon Kurd dijîn û wiha domand: “Divê em Akademiya Netewî ya Yekîtiya Hunermendan ava bikin. Pêwîst e ev akademî ji bo sînemageran, yên albûman çêdikin û helbestan dinivîsin; bi kurtî hemû beşên hunerê re alîkar be. Li Elmanyayê 3 mîlyon Kurd dijîn. Avakirina saziyek wiha êdî şert e.”