'Dibe ku Efgan ji aliyê hêzên paramîlîter ve bêne bikaranîn'

Serokê Komîsyona Mafên Penaberan a Baroya Amedê parêzer Bawer Mizrak têkildarî Efganên koçî Kurdistanê û Tirkiyeyê kirine got, "Eger statuyek ji Efganan re neyê naskirin, dibe ku ji aliyê hêzên paramîlîter ve bêne bikaranîn."

Di nava 2 salên dawî de Efganên ji şerê navbera Talîbanê û hikumeta heyî direvin xwe li Tirkiyeyê digirin. Efganên ku têne Tirkiyeyê, berevajî Sûriyeyiyan naxwazin biçin Ewropayê. Dixwazin li Tirkiyeyê bimînin û bibin xwedî kar. Efganên ku bi pirsgirêk, gefên mirinê û xeteriyên bi heman rengî dikevin rojevê, bi bikaranîna cografya Kurdistanê û Tirkiyeyê re dixwazin biçin Stenbol, Îzmîr, Enqere û metropolên bi heman rengî.

Komîsyona Mafên Penaberan a ser bi Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê li ser rewşa Efganên li Amedê lêkolîn kir. Serokê komîsyonê parêzer Bawer Mizrak li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, rewşên bi vî rengî ji ber rûdana şer diqewimin, penaber divê li welatên ku xwe lê girtine bibin xwedî statu.

ŞER Û PIRSGIRÊKA PENABERIYÊ

Parêzer Mizrak bi bîr xist ku di herikîna dîrokê de timî ji ber şer pirsgirêkên koçberî û penaberiyê rû didin û ev pirsgirêk jî herî zêde li cografya Mezopotamyayê diqewimin. Parêzer Mizrak anî ziman, Tirkiye û Kurdistan ji ber ku deriyê Ewropayê yê Rojhilata Navîn e, ji aliyê penaberan ve gelekî têne bikaranîn û bi bîr xist ku ev yek herî zêde di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hate dîtin.

Parêzer Mizrak bi dewamî got, "Niha li Tirkiyeyê derdora 5 milyon Sûriyeyiyên qeyidkirî hene. Dema ku mirov ji aliyê Efganan ve pirsgirêka penaberan dinirxîne, tê bîra me ku bi tyabetî di salên 190'î de bi şerê navxweyî yê li Efganistanê re beşek ji Efgan li Tirkiyeyê bi cih bûne. Ya rast ev pirsgirêka koçberiyê 40 sal in dewam dike. Bi taybetî salên dawî pêleke cidî ya koçberiyê rû da. Bi dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin re weke komîsyona mafên mirovan a baroyê me serdana otogarekê kir ku Efgan lê bûn. Di vê serdanê de me tespît kir ku bi giranî Efgan lê ne, lê koçberên ji Nîjerya û Iraqê jî hene."

ZOR Û ZEHMETIYÊN DI RÊ DE DIKIŞÎNIN

Parêzer Mizrak diyar kir ku koçber bi berdêla 800 heta hezar dolarî bi rêya qaçaxçiyan tên heta sînorê Tirkiyeyê û got, "Beşeke mezin a rê bi meşê tên. Dibêjin ku li sînorê Tirkiyeyê astengî nedîtine. Diyar kirin ku ew nehatin astengkirin an jî vegerandin, lê belê hin penaber bi çekê birîndar bûn. Di nava mehekê de ji Efganistanê xwe digihînin Amedê. Di nava vê demê de gelek pirsgirêkên stargeh, tenduristî û mafê jiyanê dibînin. Anîn ziman ku dema neçar dimînin bi wesayitê biçin, hingî taksîvan wan gelekî mexdûr dikin. Di dawiya dawî de jî dixwazin ku di ser Amedê re derbasî Stenbol û Enqereyê bibin. Kêm ji wan dixwazin biçin Ewropayê."

DAXWAZA JI BO ÇÛYÎNA METROPOLAN

Parêzer Mizrak ragihand ku li otogara Amedê bi qasî hezar penaber dîtine û got, "Bêyî ku bên strandin û alîkariya xwarinê bi wan re bê kirin li wir dimînin. Di nava wan de jin û zarok jî hene. Lê belê bi giranî mêrên di navbera 15 û 25 salî de ne. Dibêjin ku ji ber şerê li Efganistanê û nebûna ewlehiya jiyana wan têne vê derê.

Dibêjin ku dixwazin biçin metropolên li rojavayê Tirkiyeyê li gel xizmên xwe yên berê hatine û li wir bixebitin. Bêguman ev rewş dibe sedema bikaranîna hêza kar a erzan û îstîsmarê. Dibe ku ev kes ji aliyê hêzên paramîlîter ve bêne bikaranîn. Lewma piştî Sûriyeyiyan bi Efganan re jî hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê guhertineke mezin a demografîk dikare bê kirin."

METIRSIYA BIKARANÎNÊ

Parêzer Mizrak destnîşan kir ku divê penaber weke 'penaberên bêsîstem' bên pênasekirin û got, "Ti mafekî van nîne. Heta ku rewşeke gelekî lezgîn nebe, ne dikarin biçin nexweşxaneyê ne jî dewlet alîkariya stargeh û xurekê bi wan re dike. Lewma di çarçoveya hiqûqî de divê xwedî statuyekê bin.

Tirkiyeyê ji xwe ji Peymana Cenevreyê û pê ve pênaseya penaberan kir. Lê belê tenê yên ji Ewropayê tên weke penaber qebûl dike. Yên ji Rojhilata Navîn û cografyayên derdora wê tên weke penaber qebûl nake. Ji bo Sûriyeyiyan di sala 2014'an de bi navê 'Statuya parastina demkî' pênaseyeke nû kir, lê belê ev yek jî bi koçeke girseyî ve girê dan. Eger hatine Efganan bêhtir girseyî bibe, divê Tirkiye mîna ku ji bo Sûriyeyiyan kir statuyekê bide Efganan jî."