Di xebatên vekolandinê ya DEDAŞ’ê de hestiyên mirovan hatin dîtin

Li Cizîrê di xebatên vekolandinê ya DEDAŞ’ê de, hestiyên mirovan hatin dîtin.

Li kuçeya Mîmar a taxa Dîcleyê ya navçeya Cizîr A Şirnexê, di xebatên vekolandinê yên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de parçeyên hestiyên 2 mirovan hatin dîtin.

Tîmên lêgerînê yên li ser agahdarkrinê hatin cihê bûyerê parçeyên hestiyan kom kirin û birin Saziya Tipa Edlî (ATK). Dozgeriyê di erbarê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.

Li aliyê din di 1'ê Tîrmehê de jî li heman taxê di xebatên vekolînê de parçeyên hestiyê kesekî hatibû dîtin.