‘Dewleta Tirk naxwaze di sîstema nû de cihê Kurdan hebe’

Varto yê di konferansa bi mijara ‘Bûyerên li Rojhilata Navîn, siberoja herêmê û Kurdan’ a li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin de axivî, destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze di bûyerên li Rojhilata Navîn û sîstema nû bê avakirin de cihê Kurdan nebe.

Konferansa bi mijara ‘Bûyerên li Rojhilata Navîn, siberoja herêmê û Kurdan’ dewam dike. Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serhed Varto yê di konferansê de axivî , bibîr xist ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi vê mebestê tên kirin.

Serhed Varto di koferansa “Bûyerên li Rojhilata Navîn, pêşeroja herêmê û Kurdan” ku li Silêmaniyê hat lidaxistin axivî.

Varto bibîr xist ku sîstema cîhanî kaosek mezin dijî û ev kaos herî zêde li Rojhilata Navîn tê dîtin. Serhed da zanîn ku hêzên sereke yên cîhanê di şerê li Rojhilata Navîn de cih digirin û got di encama vî şerê ku wekî şerê cîhanê yê seyemîn tê pênasekirin de jî wekî şerên yekem û duyem wê sîstemek nû bê avakirin.

Varto anî ziman ku taybetmendiyek vî şerî ew e ku aktor û hêzên herêmî jî, xwedî girîngî û rolên mezinin û got: “Hêzên herêmî hem dînamîka sereke ya guhertinê ne, hem jî çavkaniya rewatî an jî şeriyeta guhertina ne. Lewma bêyî hêzên herêmî ne guhertin pêkane, ne jî rewatiya guhertinan wê hebe.”

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serhed Varto bal kişand ku Kurd jî weke hêzeke mezin a herêmî, di vî şerî de xwedî roleke girîng in û eger Kurd di sîstema nû de cih bigirin, wê bi awayeke şeklî netewe-dewlet lawaz bibin, weke naverok jî Rojhilata Navîn demokratîk bibe. Varto da xuyakirin ku ji bo Kurd statû bidest nexin û di sîstema nû ya Rojhilata Navîn de cih negirin hin hêz ketine nava vî şerî û got ku Tirkiye yek ji van hêzên herî girîng e.

Varto diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi vê fersendê xeyala Osmantiya nû pêk bîne û hemû tiştên xwe li dijî Kurdan plan kirine. Varto êrîşên li ser Efrîn, Rojava û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûr wekî mînak nîşan dan.

‘DIVÊ GELÊ IRAQ Û SÛRIYEYÊ RASTIYA DEWLETA TIRK BIZANE’

Serhed Varto anî ziman ku armanca Tirkiyeyê hemû Kurd û destkeftiyên Kurd in û wiha dom kir: “Hewl dide, statûya Rojavayê Kurdistanê asteng bike, statûya li Başûrê Kurdistanê jî ji holê rake. Lê, armanca vê dagirkeriyê, ne tenê tasfiyekirina Kurdan e. Dewleta Tirk, armancên xwe yên hegemonîk yên li Rojhilata Navîn, li pişt dijminahiya Kurd de veşartiye. Bi bahaneyeke din nikare leşkerên xwe bixe nava axa Iraq û Sûriyeyê, siiyaseta xwe ya Osmaniyeta nû jî di nava vê dagirkeriyê de bicih kiriye. Lewma dewleta Tirk bi vê dagirkeriyê dixwaze hem Kurdan têk bibe, hem jî li ser Iraq û Suriyê bandora xwe ava bike. Ji ber vê çendê divê gelên Iraq û Sûriyeyê û hêzên wan yên siyasî, vê rastiyê bibînin û li dijî dagirkeriyê rawestin.”

‘EGER SIYASETA NETEW Û DEMOKRATÎK A KURDAN BI SER BIKEVE, WÊ MÊTÎNGERÎ TÊK BIÇE’

Endamê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê Serhed Varto bal kişand ser helwesta Rêveberiya Herêmê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên li dijî dagirkeriyê û wiha dom kir: “Serokê Hikûmetê Birêz Nêçîrvan Barzanî, Berdevkê Hikûmetê û partiya wan ti helwestek li dijî dagirkeriyê nedanîne holê. Berovajiyê vêya bi gotina; ‘Eger PKK neba, wê dagirkerî jî neba’, hewl dane ku dagirkeriyê rewa bikin. Di pêvajoya referandûmê de Erdogan û Bahçelî bi dehan caran heqaret li wan û gelê me kir. Piştî van heqaretan, mirov nikare nêzîkatiyek wiha fêm bike û wate bide. Cihê vêya ne di siyasetê de, ne di zanîsta civaknasî de, ne jî di exlaq de heye. Tevî li beramber wan evqas heqaret û bêrêzî hat kirin, PDK dagirkeriyê şermezar nake. Ev nîşan dide ku PDK, li ser bingeha liv û tevgera dagirkeriyê, bi dewleta Tirk re di nava têkiliyên qirêj de ye. Nexwe ti hêzeke serdest li hember artêşeke dagirker bêdeng namîne. Diyare, hinek hesab û planên PDK’ê yên ku li pişt vê dagirkeriya Tirk vedişêre hene. Di serê van planan de jî hewldanên carekî din bi destxistina hêz û prestîja ku PDK’ê di sala 2014’dan de li hember DAIŞ’ê ji dest dabû, heye. Li hember vêya hem PKK, hem jî Tevgera Kurd a li Rojava di vê pêvajoyê de hêz û prestîjeke mezin qezenc kir. Niha PDK, rêka êrîşên dewleta Tirk li dijî PKK û Rojava xweş û amade dike ku PKK û Rojava têk biçe. PDK hêvî dike ku valatiyên li van deveran bixwe tije bike. Hesabeke din a PDK’ê jî ew e ku li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê bibe desthilatdar. PDK ku ne di warê zîhniyet, ne di warê siyaset, ne jî di warê leşkerî de nikare li ser tevahiya Başûrê Kurdistanê bibe desthilat, dewleta Tirk digire pişt xwe. Em jibîr nekin ku PDK ji bo desthilatdariya xwe tangên Saddam anîn Hewlêrê. Lê PDK, bi xistina artêşa Tirk a ji bo nava xaka Başûrê Kurdistanê re şaştiyeke stratejîk dike. Ne dem ew dema ku Sedam bi tangan kete Hewlêrê, ne jî zîhniyeta dewleta Tirk biqasî ya Ereban nerm e. Têgîhiştina zêrîn, ya ji bo vê demê û ji bo hemû Kurdan ev e; eger siyaseta dewleta Tirk ser bikeve, wê Kurd li hemû parçeyan winda bikin, lê eger siyasta Kurdan a netewî û demokratîk qezenc bike, wê sîstema mêtînger a li çar parçeyên Kurdistanê jî hilweşe. Lewma, çawa ku dewleta Tirk, êrîşî têkoşîn û destkeftiyên herçar parçeyên Kurdîstanê dike, pêwîste hemu hêzên Kurdî jî li dijî dagirkeriya Tirk rawestin. Ji ber ku ew nunertiya hemu dagirkeriyê dike. Têkçuna dewleta Tirk, tê wateya têkçuna dagirkeriyê. Ev nayê wateya ku li hember dewletên din têkoşîn were rawestandîn an jî sistkirin. Bêguman ew jî berdewam bin. Lê di azadiya Kurd de xeleka stratejîk, têkbirina dewleta Tirk e.”

Varto di dewama nirxandinên xwe de ev tişt got:

‘WELATÊ ME HATIYE DAGIRKIRIN, EV HELWEST TÊRÊ NAKE’

 “Nerazîbûnên xwe yên li dijî dagirkeriyê danîn holê. Ev gelekî hêja ne, lê kêm in. Nerazîbûn zêdetir bi daxuyanî, şermezarkirin û hinek çalakiyên medenî re sînordar man. Eger axa hatiye dagirkerin a welatekî dost bûya, dibe ku ev helwes û çalakî têrker bûna. Lê, cihê ku hatiye dagirkirin welatê me ye, lewma em nikarin tenê bi şermezarkirin, daxuyanî û çalakiyên sivîl dagirkeriyê bidin sekinandin û ji welatê xwe bavêjin. Di vê mijarê de pêwîstî, bi xebatên hîn cidî yên dîplomatîk, siyasî, civakî û çalakiyên leşkerî heye. Divê beriya her tiştî Parlemnetoya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Başûr helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê bi awayek fermî deyne holê. Eger wisa nebe, di nava civakê de wê hikûmet wekî tawanbar bê dîtin. Partiyên hevparên hikûmetê bi rêya berdevkên xwe daxuyaniyan didin. Ji van daxuyaniyan tê fêmkirin ku ev partiyên hanê dagirkeriyê red dikin. Madem red kirin, wê demê divê ev partî nebin hevparên sûc û gunehên hikûmetê. Di vê mijarê de li holê rewşeke balkêş ango seyr heye. PDK ji bo berjewendiyên hizbî, prensîb û berjewendiyên neteweyî feda dike. Zelale ku ev siyasetên tên meşandin, li gorî prensîb û berjewendiyên neteweyî gunehbarî ye. Wê demê divê ji hevparên hikûmetê û parlementoyê were pirsîn, çima hûnê bibin şîrîkê sûç û gunahên siyaseta şaş a PDK’ê ? Ji ber vê jî divê bangawaziyeke me ji bo partiyên hevparên hikûmetê, hemû partiyên siyasî û endamên parlementoyê hebe. Divê hem di nava hikûmetê de, hem jî di nava parlementoyê de li dijî dagirkeriyê helwesteke hîn zelaltir deynin holê.

‘PÊWÎSTE ASTA ÇALAKIYAN GIGIHÊJE RÊXISTINKIRINÊ’

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan, hîn ji roja destpêkê ve helwesta xwe bi çalakiyan eşkere kirine. Ciwan û jin pêşengi ji van çalakiyan re dikin. Jixwe ev gelê ku sedsale bê navber li dijî dagirkeriyê liberxwe dide, ne mumkun bû ku li hember dagirkeriya Tirk bêdeng bimîne. Bê guman çalaki cûr be cûr in, lê ji aliyê rexistinî ve lewazın. Li gel vî şewazên çalakiyan terê nakin ku em dagirkeriyê têk bibin. Ji ber vê, tekoşan û çalakiyên li dijî dagirkeriyê, pewîste xwe bigihine asta rexistinî. Di vê wateyê de tekoşan û çalakiyên dijî dagirkeriyê xwe di asta siyasi, diplomatik, serhildan û parastına cewherî de rekxıstın bıke. Divê asta rexıstin û çalakiyan, hem bikaribe dagirkeriyê têk bibe, hem jî bêhele ku hêzên xwecihî, herêmî û navneteweyî li dijî dagirkeriyê helwest deynin.

‘HETA SERKETINÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’

Em li ser vê bingehê bawer dikin ku wê gelê me di her astekî de xwe rêxistin bike û îradeyek xurt li dijî dagirkeriyê nîşan bide. Weke Tevger hê ji destpêka liv û tevgera dagirkeriyê heTa niha, em her timî di nava berxwedaneke mezin de bûne. Gerîla bi berxwedana xwe ya qehremanî derbeyên mezin li dagirkeran dixe. Lewma dagirker ev çend meh in di çend girên Lêlkanê de asê maye û nikare pêş ve biçe. Bêguman em ê vê berxwedanê heTa serkeftinê bidomînin. Êrîşên li dijî azadî û destkeftiyên gelê me ji Kû derê ve werin bila werin, em ê weke li Şengal, Mexmûr û Kobanê bi gelê xwe re liberxwe bidin û ser bikevin.”