Di ser erdheja Wanê re 7 sal derbas bûn, AKP hîn jî jê dixwe

Di ser erdheja Wanê re 7 sal derbas bûn ku 644 kes miribûn. Sektora înşaetê piştî erdhejê dest bi talanê kir û hîn jî gelê Wanê mexdûr dike.

Yek ji erdhejên herî mezin ên li Kurdistanê rû dan, beriya niha bi heft salan li Wanê pêk hat. Bandora vê erdhejê hîn jî dewam dike. Erdhejê roja 23'ê Cotmeha 2011'an saet 13:41'ê li gundê Tabanli yê bi 17 kîlometreyan dûrî Wanê rû dabû û 25 saniyeyan dewam kiribû.

Li gorî Rasatxaneya Kandîllî erdhej bi şîdeta 6.6, li gorî Saziya Lêkolînan a DYA'yê jî 7,2 pile bû. Rasatxaneya Kandîllî piştre daxuyaniyeke din da û diya rkir ku şîdeta erdhejê li cihê lê bûye 9 pile ye û mezinahiya erdhejê 7.2 ye.

644 KES MIRIN, 5 HEZAR KES BIRÎNDAR BÛN

Li gorî daxuyaniyên fermî, ji ber erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdarê, 644 kes mirin, nêzî 5 hezar kes jî birîndar bûn. Hejmara xaniyên rûxiyan ên hatin tespîtkirin, li dora 2.500 bû. Xisar li nêzî 40 hezar avahiyan bûbû. (Li gorî lêkolînên piştî erdhejê, 72 hezar û 232 avahî, xanî, kargeh û axur xera bûn û xisar lê bûn) Pirsgirêk û mexdûriyeta ji ber van her du erdhejan rû dan hîn çareser nebûne. Feraseta bê exlaq ku erdhej weke 'Xêra xwedê' dîtin, hîn jî gel û bajêr talan dike.

Gelê Wanê hewl da piştî erdhejê birînên xwe bipêç e. Rejîma AKP'ê û burokrasiya dewletê ya ser bi Qesrê ve, ev rewşa gel ji bo têkbirina rewşa civakî ya bajêr bi kar anî û ne tenê bi deh hezaran mirov mexdûr kir, piştî erdhejê jî ew di nava rewşeke giran de hişt. Ev yek jî bi gotina, 'em dixwazin hêza xwe bibînin' kir. Di demeke kin de her kesî fêhm kir, hêza ku ew dixwazin biceribînin 'jêxwarineke siyasî' ye.

ERDOGAN BDP Û ŞAREDARIYA WANÊ KIR HEDEF

Meselay, erdhej û bûyerên pişre qewimîn kirin bahane û Şaredariya Wanê û Serokê wê Bekîr Kaya ku hemû hêza xwe seferber kiribûn, tevlî Koma Koordînasyona Erdhejê nekirin ku rayedarên Walîtî, Qeymeqamtî, Emniyet û Leşkerî di nav de bûn. Serokwezîrê wê wextê Tayyîp Erdogan hîn bêhtir zêdegavî kir û got, "Yên ku ji bo keviran biavêjin polîsan xwe bi rêxistin dikin, di dema afetê de li holê nînin." Bi van gotinên xwe BDP û şaredarî kir hedef.

Erdheja Wanê demeke sar de pêk hat û zivistanê kir ku rewş girantir bibe. Mirovên ku xaniyên wan xera bûn, neçar man li binê konên ji naylonan bêyî derfetên xwegermkirinê bimînin. Ne ji piştgirî û seferberiya gel bûya, wê hejmara mirovên mirin gelekî zêdetir bûya. Ev pêvajo ji bo extiyar, zarok û nexweşan gelekî giran bû.

DAXWAZA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ YA JI BO ALÎKARIYÊ NEHATE QEBÛLKIRIN

Dîmenên piştî erdhejê rû dan ku veguherî drameke însanî, bala raya giştî ya navneteweyî kişand û ji bo alîkariyê zend û bend hatin badan. Saziyên navneteweyî, rayedarên Yekîtiya Ewropayê, welatên Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê Elmanya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Ermenîstan, Fransa, Iraq, Îsraîl, Kosova, Bakurê Qibrisê, Misir, Pakîstan, Rûsya, Yewnanîstan, Îngilîstan, Polonya, Macarîstan û Swîsreyê peyamên sersaxiyê weşandin û gelekan ji wan gotin ku ew ji bo dayina alîkariyê amade ne.

Lê belê Serokkomarê wê demê Abdullah Gul îdîa kir ku tîmên Tirk dikarin ji bin afetê rabin û daxwaza kirina alîkariyê qebûl nekir! 23'ê Cotmehê, Wezareta Karên Derve ya Tirk ji bilî Azerbaycan, Bûlgarîstan û Îranê ku bêyî daxwaza wan hatin alîkariyê, hemû pêşniyarên alîkariyê red kir. Bi gotina, "Em dixwazin hêza xwe bibînin", Serokwezîrê wê demê Erdogan nehişt ku di dema xwe de dest li erdhejê bê werdan.

JI BO XATIRÊ TOKÎ NEKIRIN HERÊMA AFETÊ

Erdhejê bandora herî giran li jiyana civakî kir. Bandora ku li pey hev kir, qadên nebaş ên TOKÎ, cih û warên pêşkêşî rantê hatin kirin, şert û mercên zivistanê, hewldanên dewletê yên ji bo pêşîgirtina li alîkariyê, koçkirina bi hezaran malbatî ji bo bajarên din û şert û mecên neyînî yên jiyana rojane kir ku travmayeke mezin a civakî rû bide.

Dewleta Tirk ku qîma xwe bi zilma li gelê Wanê neanî, li dijî Şaredariya Wanê ya BDP'î şerekî taybet kir. Wan û derdora wê weke 'Herêma Afetê' îlan nekir. Ev yek jî bi zanebûn nekir. Erdogan ji bo vê helwesta xwe jî got, "Gelo hûn zanin ku ev der weke herêma afetê bê îlankirin wê were çi wateyê? Ji niha û vir ve ne îmar ne jî bicihbûn dikare bê kirin." Erdogan bi van gotinên xwe, tişta ku 'mizgîniya' wê dida, TOKÎ bû.

SEKTORA ÎNŞAETÊ DEST BI TALANÊ KIR

Wan û derdora wê bû firsendeke mezin ji bo TOKÎ. Û dest bi lêkirina hin xaniyan kir. Ev xaniyên ku bi xemsarî hatin lêkirin veguherîn cihê kuştinê. Li Erdîşê 27'ê Kanûna 2013'an dolaba mutbexê kete xwarê û Tûana Gungor a 5 mehî ku di binî de ma, jiyana xwe ji dest da. Zext li mexdûrên erdhejê hate kirin ku bi dayina kirêyeke gelekî zêde li van xaniyan bimînin. Di şexsê TOKÎ de sektora înşaetê li Wanê dest bi talanê kir û avahiyên bê kontrol lê kir. Ji bilî zerarê tiştek ji bo gelê Wanê nekir.