Di şaredariyên qeyûmê de qilqilîna referandûmê
AKP ya ku dizane di referandûmê de wê nikaribe dengê Kurdan bistîne, bi rêya şaredariyên ku bi qeyûmê hatin desteserkirin zêran belav dike û soz dide ku wê karê bi kadro bidin.
AKP ya ku dizane di referandûmê de wê nikaribe dengê Kurdan bistîne, bi rêya şaredariyên ku bi qeyûmê hatin desteserkirin zêran belav dike û soz dide ku wê karê bi kadro bidin.
Hikûmeta AKP’ê ji bo ku di rêya rejîma yek-zilamî de astenga referandûm êli pey xwe bihêle, di eniya ‘na’ de dest bi binçavkirin, girtin û mudaxeleyan kir. AKP ji bo dengê ‘na’ bike ‘erê’’ hemû derfetên xwe seferber kirine. Her kes dibêje di referandûmê de dengên Kurdan rewşê dikare biguherîne.
AKP ya ku ji ber polîtîkayên xwe yên qirkirinê dizane ku li Kurdistanê wê tiştekî ji xwe re nebîne, ji bo vê rewşê biguherîne şaredariyên DBP’ê yên ku desteserkirin ji bo berjewndiyên xwe bi kar tînin.
Ji van şaredariyan a Kayapinarê pir bi çalakî bi kar tînin. Şaredarî di bin dorpêça polîsan de ye û mirov newêre bi rehetî têkevê şaredariyê. Bi lez û bez karkeran jî jê davêjin. Herî dawî 14 kes ji beşa çapemeniyê û 25 zabita jî ji kar avêtin.
ŞAREDARÎ BÛ ŞÎRKETA PARTIYÊ
Li Şaredariya Kayapinarê ya ku valahiya 600 karî lê çêbûye, ji gel re tê gotin ku di referandûmê de ‘’erê’’ bibêjin wê wan bi awayekî kador têxin kar. Ji bo kesên ku bi peyman wê wan têxin kar ku AKP dibêje wêneyê ‘’erê’’ bigirin û ku bi malbatê re bi hev re ‘erê’ bidi wê karê bi kadro bidin wan.
6 HEZAR ZÊR BELAV DIKIN Û DBP’Ê REŞ DIKIN
AKP ku di hilbijartinan de bi ser neket û bi rêya qeyûmê şaredarî destesr kir niha ji bûdçeya Midûriyeta Qelema Taybet a Şaredariya Kayapinarê 6 hezar zêrê çarîk weke bertîl belav dike. AKP’yî yên ku li taxan digerin lîsteya ku jinên ku zarok anîne çêdikin. AKP’yî yên ku li ser navê şaredariyê propagandaya AKP’ê dikin, şaredariyên DBP’ê reş dikin û dibêjine, nexebitîne, nelirêtî kirine.
DI SERÊ KAMPANYAYÊ DE ENSARÎOGLU HEYE
Wekîlê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglu ku li Amedê şaredariyê qeyûmê li ser navê AKP’ê bi rê ve dibe, malbata xwe jî tevlî xebatan kir. Malbata AKP’yî bi kê re diaxivin dibêjin ku hûn dengê xwe bidin û ji bo wan bixebitin wê karê kadro bidine wan. Birayê Ensarîoglu Cîhan Ensarîoglu jî bi bûroya têkilîdanînê ya li rex Nexweşxaneya Lêkolînê kî tê ba wan şertên xwe ji wan re dibêjin û tiştên ku divê werin kirin.